Şervanê YPG’ê yê birîndar: Birîndarî li pêş têkoşînê ne asteng e

Şervanê YPG’ê  Xebat Cibnê yê birîndar got, birîndarbûn li pêşiya têkoşînê ne asteng e û heta ku welat were rizgarkirin ew ê li rex hevalên xwe li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê têbikoşe.

Şervanê YPG’ê yê birîndar: Birîndarî li pêş têkoşînê ne asteng e
1 nîsan, 2018   06:50

HÊVÎDAR HERANÎ

GIRÊ SPÎ - Yek ji şervanên YPG`ê Xebat Cibnê, ku ji bajarê Kobanê ye, di destpêka şoreşa Rojava de, ji bo parastina welatê xwe, di sala 2012`an de tevlî nav YPG’ê bû.

Xebat ku bi wêrekî û cesareta xwe tê naskirin, beşdarî pêngava rizgarkirina Kobanê, Sirîn, Şêxlerên jorîn û jêrîn, Minbic, Reqa û Dêrazorê bû.

Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirk re, ya li ser Efrînê, Xebat û xwîşka xwe Çîçek Kobanê ku ew jî şervana YPJ`ê ye ji bo wefedariya bi ciwanên  Efrînê re, yên ku li Kobanê şehîd bûn, bi hev re berê xwe didin warê zeytûnan û tevlî Berxwedana Serdemê dibin.

Xebat piştî ku tê Efrînê, yekser berê xwe dide eniya herêma Cindirêsê ku şerên giran li wir rû dida. Xebat bê dudilî li hemberî çekên herî pêşketî yên NATO`yê şer dike û tevî hevreyên xwe destanên qehremanî nivîsandin.

Şervanê YPG`ê Xebat Cibnê ku di şerên giran ê derdora navenda herêma Cindirêsê birîndar bû, derbarê beşdarbûna xwe ya li nav Berxwedana Serdemê  ev tişt anî ziman,ʺBi armanca parastina gelê Efrînê û azadkirina welatê xwe, min berê xwe da Efrînê. Em şervanên YPG, YPJ û QSD`ê me berxwedaniya xwe deqeyekê jî ranewestand û heta niha jî berxwedanî dewam dike.ʺ

Xebat da zanîn ku ji bo parastina sivîlan ji komkujiyan, biryar hate girtin ku gel ji Efrînê derkeve û wiha dewam kir,ʺLê şervanên YPG û YPJ`ê li her derê Efrînê ne û di demên guncaw de li dagirkeran dixin.ʺ

Xebat tevî ku birîndar bûye, di dawiya gotinên xwe de ev tişt got, ʺEz amade me careke din berê xwe bidim Efrînê û li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şer bikim heta welatê xwe rizgar bikim.ʺ

(kc)

ANHA