ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1′ê Nîsana 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1′ê Nîsana 2018
1 nîsan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê.

*Şopandina hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Cejna Ekîto yek ji cejnên kevndar ên dîrokê de ye. Welatiyên suryna-aûrî cejnê pîroz dikin. Gelê Sûriyanî yên li herêma Cizîrê jî dixwazin çanda xwe ku ji aliyê desthiladaran ve hatiye dizîn pêş bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li cem komkujiyên Efrînê û dagirkeriya wê, her wiha gefa li ser Minbicê bi dawî nebû. Lê belê bi rêbazên din jî şerê gelê Bakurê Sûriyê dike. Qutkirina ava Firatê ji beriya salekê ve ji ser Çemê Firatê qut kir, ji ber vê yekê ava Çem daket û bû sedmea ku Ceyran qut bibe. Di heman demê de ava Minbic û herêmên din ên Bakurê Sûriyê qut bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şervanê YPG’ê  Xebat Cibneê yê birîndar got, birîndarbûn li pêşiya têkoşînê ne asteng e û heta ku welat were rizgarkirin ew ê li rex hevalên xwe li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê têbikoşe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Efrîniyê bi navê Xelîl Hebeş tevî ku destekî wî qut bûye, lê 46 salan bi kedeke mezin darên xwe (zeytûn, rezan) xwedî  kirin. Xelîl ku ruhê wî wekî koka zeytûnan bi erdê Efrînê re bûye yek, hêviya wî heye ku di demeke nêz de veger warê keda xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PANORAMA

*Rojnameyên Ereban diyar kirin ku Tirkiyê dixwaze deriyê Îsraîl ji aliyê Sûriyê re ve biparêze û destnîşan kirin ku ên li Efrînê bi Tirkiyê re şerê gelê Efrînê dikin, hevkarên Cebhet El-Nusra û Ixwan Musilmîn (Birayên Mislman) dikirin. Rojanemeyan her wiha destnîşan kirin ku hevdîtina Şandeya Bakurê Sûriyê Erdogan tevlîhev kir û hişt daxuyaniyên bê berpirsyarî bide. Li Başûrê Kurdistanê jî yekem car xwepêşandanên gel rastî hêzên ewlekariyê ya bi hêz hatin. Îsralîlê jî li dijî gelê Filistînê yên di meşa vegerî de tundî bikar anî.

ANHA