Cenazeyê şehîd Azad bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê cenazeyê şervanê QSDʹê Ednan Ehmed (Azad) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye, oxir kirin.

Cenazeyê şehîd Azad bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
31 adar, 2018   18:52

REQA – Girseya gel cenazeyê şehîd wergirtin û ber bi goristana Şêx Cûma ve ketin rê. Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî û deqeyek rêz dest pê kir. 

Piştre Fermandarê QSDʹê Ecac Reqa axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got, ʺÇawa ku ciwanên Dêrazorê ji bo rizgarkirina Reqayê şehîd bûn, îro jî ciwanên Reqayê ji bo rizgarkirina Dêrazorê şehîd dibin. Em soza şopandina riya şehîdan didin.ʺ 

Di dawiyê nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê di nava dirûşmey6ên ʺŞehîd namirinʺ de hat veşartin.  

(mm)

ANHA