Panorama rojnameyan: Tirkiyê ewlekariya Israîlê diparêze

Rojnameyên Ereban diyar kirin ku Tirkiyê dixwaze deriyê Îsraîl ji aliyê Sûriyê re ve biparêze û destnîşan kirin ku ên li Efrînê bi Tirkiyê re şerê gelê Efrînê dikin, hevkarên Cebhet El-Nusra û Ixwan Musilmîn (Birayên Mislman) dikirin. Rojanemeyan her wiha destnîşan kirin ku hevdîtina Şandeya Bakurê Sûriyê Erdogan tevlîhev kir û hişt daxuyaniyên bê berpirsyarî bide. Li Başûrê Kurdistanê jî yekem car xwepêşandanên gel rastî hêzên ewlekariyê ya bi hêz hatin. Îsralîlê jî li dijî gelê Filistînê yên d

Panorama rojnameyan: Tirkiyê ewlekariya Israîlê diparêze
1 nîsan, 2018   04:09

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyan di rewşa Sûriyê de vê hefteyê bal kişand ser rewşa medanî û pîlanên dewleta Tirk û Rûsiya yên derbarê Sûriyê de. Di vê derbarê de Rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê "Koçberkirina bi hezaran ji Xûta…Çarenûsa herêma dawî ya opozisyonên hîn ne diyare' avêt. Rojnameyê got ku rêjîma Sûriyê nêzîk bûye ku tevahiya Xûta bixe destê xwe û wiha dom kir: "Ev piştî itîfaqa di navbera tevgera Ehrar El-Şam û Feyleq El-Rehmen bi misogeriya Rûsiya pêk hat, bûye. Tenê çarenûsa Dûma ku di destê Ceyş El-Islam de ye hîn ne diyare, derbarê wê de jî danûstein bi aliyê Rûsiya re didome."

Li ser itîfaqên ku Rûsiya û Tirkiyê li ser xaka Sûriyê dikin û veguhertina demografî ku herdû alî pêk tîn in, rojnameya El-Ereb sernavê "Erdgoan: Em ê piştî Efrînê berê xwe bidin Til Rifet" avêt. Rojanmeeyê diyar kir ku çavdêr dinirxîn in ku daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê ya derbarê Til Rifet dibe ku di encama itîfaqa di navbera Tirkiyê û Rûsiya de be."

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Tirkiyê careke din û bi xurtî Artêşa Azad li şûna QSD'ê pêşniyar dike. Rojaneyê li ser zimanê Serokê Rojnameya Dile Sebah a Tirkiyê Serdar Karaxoz ku bi hemû gerên derve yên Erdogan pê re ye gotarek nivîsan û got alîkariya di navber Tirkiyê û Amarîka û Artêşa Azad re wê hebûna Amarîka li Sûriyê hîn xurtir bike, her wiha wê berjewendiyên wê li Rojhilata Navîn jî biparêze, li aliyê din wê parstina ewlekariya Isralîl be."

Çeteyên Tirkiyê eşqiyane, bi Nusra û Ixwan Misilmîn re kar dikirin

Derbarê rewşa Efrînê jî rojnameyan bal kişandin ser şerê di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê. Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê mijarê de sernavê "Ehrar El-Elşam Ehrar El-Şerqiyê Efrînê girêdayî Dêrazor radighîn e."

Rojnameyê diyar kir ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ku cihê xwe di êrîşa li ser Efrînê de girtin û piraniya endamên wan ji gundên Dêrazorê ne û bi Cehbet El-Nusra re di nava hevkariyê de bûn berê di nava Artêşa El-Şerqiyê de cih girtin, her wiha di nava koma Dirûi El-Şeriqiya yên nêzî IXwan El-Mislimîn de bûn."

'Herêmeke nû ya kêmkirina şer ragîhandin, şer dijwar bû'

Rojnameyan derbarê herêmên kêmkirina şer de jî nivîs anîn ziman û diyar kirin ku hêzên rêjîmê ber bi girtina tevahî Xûta ve diçin. Lê şer li Sûriyê hîn dijwar ditir dibe. Rojnameya El-Qidis El-Erebî Derbarê mijarê de sernavê "Gelo wê başûrê Sûriyê meydanek nû ya şerê Sûriyê be. Idlib jî wê bibe bargehek were paş xistin"

Rojnameyê got ku hêzên rêjîmê ber bi temamkirina leşkerî ya Xûta Rojhilat ve diçe û wiha dom kir: "Li vir jî pirsyara we beriz dike, gelo şer wê dema pêş li kur be. Istratejiya Rêjîma Sûriyê û Rûsiya wê ji bo parstina paytextê vê carê li kur be. Dera dibe bargeha nêzî Şamê. Ev li gorî hevkariya bi Rûsiya re wê Idlib bike bargeha kombûna çeteyan, ev jî wê were paşxistin niha, ihtîmala ku Başûrê Sûriyê meydana şer a nû be."

Hevdîtina şandeya Bakurê SÛriyê bi Markeron re Erdogan tevlîhev kir

Rojnameyên Ereban mijara serdana şandeya ji Bakurê Sûriyê ya Firansa re girtin dest. Derbaêr mijarê de rojnameya El-Ereb sernavê "Fransa navbênkrî di navbera Tirkiyê û Kurdan de pêşniyar kir. Vê yekê Erdgoan tevlîhev kir"

Rojnameyê got ku çavkaniyên Fransî rewşa Erdogan ku tevlîheviya wî derbarê behsa navbênkariya Parîs a di navbera Tirkiyê û kurdên Sûriyê de matmayî man û wiha dom kir: "Ev tenê mayîna ku Tirkiyê tê de ye diyar dike. Rewşa qiritîk a Serokomarê Tirkiyê Erdogan vê yekê nîşan dide. Ev bû sedema nakokiyên di navbera têkiliyên wan bi Ewropa re."

Xwepêşandanên herî mezin di bargeha Mala Barzanî de

Derbarê rewşa Îraqê de rojnameyên erebî bal kişandin ser xwepêşandanên gel ên li Başûrê Kurdistanê ku herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatin. Rojanemeya El-Ereb derabrê mijarê de sernavê "Xezeba gel erşa Malbata Barzanî dihejîn e avêt. Rojameyê di nivîsa xwe de wiha got: "Ev yekem care ku gelên Hewlêr û Dihokê li dijî hikûmeta herêma Kurdistanê ya di bin destê PDK'ê de meşan lidar dixin. Çavkanî texmîn dikin ku xwepêşandan bibin 'şoreşa birçiyan'. Lê hêzên ewlekarî hemleya binçavkirinê ya li dijî welatiyan dan destpêkirin."

Lîstika hilbijartinên Îraqê û tevliheviya kaxezan

Rojnameya El-Ereb li ser hilbijartinên Îraqê jî sernavê "Tevlîheviya kaxezan di hilbijartinên Îraqê de didome" avêt. Rojnameyê da zanîn ku hilbijartinên Îraqê bê displîn pêk tên û wiha dom kir: "Veguhertin û hevkariyên di navbera aliyan de di hilbijartinên Îraqê de dişibe tevliheviya kaxezan û ji nû ve belavkirina wan li ser lîstikvanan.Ev li gorî siyasetek Îraqî ya bê displîn û dûrî exlaqê pêk tê, li pişt wê jî qexenckirina pereyan heye."

Piştî vekişîna PKK'ê hêzên Îraqê li Nînewa bi cih dibe

Derbarê rewşa Îraqê de rojnameya El-Heyat sernavê "Hêzên Îraqê piştî vekişîna çekdarên PKK'ê li Nînewa bi cih dibe. Rojnameyê diyar kir ku Artêşa Îraqê û Heşid Şehîd belavbûna xwe li herêma Şengalê û derdora wê belav kir û wiha dom kir: "Ev piştî vekişîna çekdarên PKK'ê pêk hat, her iwha di dema ku Serokê Erkanê Artêşa Îraqê Osman El-Xanimî ya ji herêmê re pêk hat."

Israîl li dijî filistîniyan tundiyê bi kar tîne

Di rewşa Filistînê de jî rojnameya El-Qidis El-Erebî sernavê "Îsraîl li ser sînorê Xeza komkujiyek pêk anî, bi dehezaran di roja erdê de li dijî Isralîlê derdikevin" avêt.

Rojnameyê derbarê mijarê de got ku hêzên Îsraîlê derabrê hebûna li ser sînorê Xeza komkujiyek bi pêkanîna topan û çekên bilastîk pêk anî.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Filistînê de sernavê "Amarîka tekez dike ku wê nêzîk pîlaneke aştiyê pêşkêş bike, wê herkesî matmayî bimîne" Rojnameyê got ku rêveberiya Tramp bi israe ku pîlana aştiyê derbarê şerê Filistîn û Îsralîê pêşkêş bike û da zanîn ku pîlana wî zindiye û wê her kesî matmayî bihêle."

Hilbijartinên Misrê

Rojnameyên ereban li ser hilbijartinên Misrê jî gelek mijar nivîsandin. Rojnameya El-Ereb El-Lundiniye derbarê mijarê de sernavê "Pêşerojeke aram, siyasî ne diyare piştî hilbijartinên Serokatiya Misrê"

Derbarê Rewşa Lubnanê de rojanemeya El-Ereb sernavê "Hizib El-Ah ji hilbijartinan bi tirse" avêt. Rojnameyê got ku Sekreterê Giştî yê Hizib El-Ah Hesen Nesrela di derketinên xwe yên de bi tirse."

Hişiyara ji şerê navxweyî ya Îranê

Derabrê gef û tehdîdên ku di navbera Îran û Erebistana Siûdiyê de pêk tê Rojnameya El-Ereb sernavê "Qiralê Erebistana Siûdiyê Îran hişyar kir"

Berdana komî ji dîplomasiyên Rûsiya û Rûsiya gef li Birîtaniya xwar

Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Mezintirîn berdana dîplomasiyên Rûsî pêk hatiye, Amarîka jî radighîne ku wê berda 60 sîxurên Rûsî bide, da." Rojnameyê got ku piştî dawîbûna şerê sar di ev mezintirîn car ku ewqas dîplomasiyên Rûsî têne derxistin û wiha dom kir: "Amarîka û 19 welatên Ewropa bi awayekî hemwext ragîhandin ku wekî şerekî dîplomasî li dijî Rûsiya pêk anîn. Zêdeyî sed dîplomatên Rûs hatin berdan. Ev gava wan wekî piştgiriya bi Birîtaniya re pêk hatiye."

(dc)