3 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin û 11 jî  birîndar bûn

Li sînorê navçeya Xurmatû mayînek a çeteyên DAIŞ’ê bi hêzên Heşdî Şebî ve teqiya, di encamê de 3 çekdarên Heşdî Şebî birîndar bûn û 11 jî birîndar bûn.

3 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin û 11 jî  birîndar bûn
31 adar, 2018   12:43

NAVENDA NÛÇEYAN - Îro hêzên Iraqê li sînorê navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dan destpê kirin.

Di çarçoveya operasyonê de li gundê Telşeref ku dikeve başûrê rojhilatê bajarokê Amirlî yê girêdayî navçeya Xurmatû, mayînek a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû danîn bi hêzên Heşdî Şebî ve teqiya.

Li gor serçaveyek leşkerî di encama teqîna mayînê de 3 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.