Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê cejna Ekîdo li gelê Aşûrî pîroz kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê bi boneya cejna Ekîdo daxuyaniyek da. 

Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê cejna Ekîdo li gelê Aşûrî pîroz kir
31 adar, 2018   13:43

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê bi boneya cejna Ekîdo daxuyaniyek da. 

Daxuyanî wiha ye:

ʺŞoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakurê Sûriyê eniya li dijî siyaset û berjewendiyên dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi êrîşên li ser herêmê, tevahî gelan hedef digire û dixwaze jiyana hevbeş a di navbera gelan de derb bike. Gelê me yê Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Aşûr ji bo azadî û demokrasiyê di yek xendeqê de şer dikin. Armanca ji êrîşên li ser herêmê, derxistina tevlîheviyan di navbera gelan de ye, da dijmin bigihêje armancên xwe.

 Sibe ango 1ʹê Nîsanê cejna gelê Aşûre, bi vê bûneyê em cejna gelê Aşûr ê li Sûriyê û tevahî cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku sala nû bibe sala xêr û xweşiyê. Her wiha hêviya me ew e ku Sûriyeke azad, demokratîk ku ku tê de maf û rûmeta tevahî gelan were parastin were avakirin.ʺ 

Di dawiyê de dirûşmeyên ʺCejna gelê Aşûr pîroz beʺ, ʺBijî jiyana hevbeşʺ û ʺBijî şoreşa azadiyêʺ hatin berzkirin.

(mm)

ANHA