Partiya Suriyan Cejna Ekîto pîroz kir

Partiya Yekîtiya Suryan Cejna Ekîto li tevahî xiristiyanên cîhanê pîroz kir û hêviya aştî û aramiyê xwest.

Partiya Suriyan Cejna Ekîto pîroz kir
31 adar, 2018   12:51

NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Yekîtiya Suryan bi wesîleya  Cejna Qiyametê  "Cejna Ekîto" daxuyaniyek da  û cejn li hemû xiristiyanên cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de Cejna Ekîto li gelê Suryan, Asur û tevahî gelên Bakurê Sûriyê hate pîrozkirin û hate gotin "Cejna Ekîto her sal 1‘ê Nîsanê tê pîroz kirin û yek ji nirxên mezin ku gelê me li Beyt Nehrên ji beriya hezarên salan ve dest pê kiriye û heta niha hatiye parastin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Sûriyê bi salan azarên şer, kuştin, koçberkirin jiyan kirine û wiha hate domandin "Zehmetiyên ku têne jiyankirin ku hembûna gelê me tehîd dike.  Bi wê wesîleyê û bi rihê vê cejnê  dive gelê me bi îradeyeke xurt li hemberî astengiyan bisekine."

Di berdewama daxuyaniyê de, hate gotin ku Partiya Yekîtiya Suryan ji dema hate damezirand li ser bingehê parastina mafên gelê Sûriyê û Asurî yên Sûriyê  dixebite.

Partiya Yekîtiya Suryan, bal kişand ser buyerên dawî yên li Efrînê ku di encama dagirkeriya Tirkiyê de çêbûne û banga li rêxistnên navdewletî kir graniya vegera welatiyan li warê xwe bidin.

Partiya Yekîtiya Suryan di dawiya daxuyaniyê de, Cejna Ekîto li xiristiyanên cîhanê pîroz kir ku û hêvî kir ku aramî û aştî pêk were.

(bb)