Cotkarên Dêrikê mekanîzmeya pêşxistina  çandiniyê nîqaş dikin

Cotkarên herêma Dêrikê ji bo pêşxistina xebatên çandiniyê li hev civiyan.

Cotkarên Dêrikê mekanîzmeya pêşxistina  çandiniyê nîqaş dikin
31 adar, 2018   11:40

 QAMIŞLO – Yekîtiya Cotkaran a herêma Dêrikê bi armanca mekanîzmeya pêşxistina çandiniyê nîqaş bikin û çareserî ji pirsigrêkên cotkaran re peyda bike, civîneke li dar xist.

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Dicle hate lidarxistin. Di civînê de bi dehan cotkarên herêmê amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Rêveberê Navenda Pêşxistina Aborî ya herêma Dêrikê Mustefa Elî girîngiya pêşxisitna çandiniyê destnîşan kir û bal kişand ku pêwîste cotkar xwe di nava saziyên Yekîtiya Cotkaran de bi rêxistin bikin da ku pêwîstiyên çandiniyê ji semad, tov û dermanan werbigrin.

Civîn bi nîqaşên li ser pirgirêkên cotkaran û çawaniya çareserkirina wan dewam kir.

Di dawiya civînê de, 5 komîte ji bo herêma Dêrik, gundên Berav û Koçerat hatin avakirin. Ev komîne dê xebatên cotkaran bi rêxistin bikin.

(bb)

ANHA