Tirkiyê li Idlibê navendên xwe zêde dike

Karwanekî leşkerî yê girêdayî dewleta Tirk a dagirker derbasî herêma El-Serman a gundewarên başûr-rojhilatê Idlibê bû.

Tirkiyê li Idlibê navendên xwe zêde dike
31 adar, 2018   11:16

HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk a dagirker ji bo li herêma Gotşî ya li beramberî deriyê Xirbe El-Coz a Cisir El-Şixûr navendên xwe yên leşkerî ava bike, karwanek rêkir herêmê. 

Karwanê leşkerî ji çekên giran û leşkeran pêk tê. Ew karwan ji deriyê gundê Kefer Losîn ê li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê re derbasî depoyên El-Serman ê girêdayî bajarê Meire El-Neiman a dikeve başûrê gundewarên Idlibe, bû.

Dewleta Tirk a dagirker raghandibû ku dê 12 navendan li Bakurê Sûriyeyê lêbikin. Heyanî niha hejmara navendên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Sûriyeyê gihîşte 7 navendan.

Gundê El-Serman yek ji gundên herêma Meire El-Neimane. 15 km dikeve rojhilatê El-Meire û berê karwan dema ku ji Hema derbasî Idlibê dibûn, di wê herêmê re derbas dibûn. Her wiha ji bo ji herêma El-Xab derbasî deşta Şamê bibin di herêma El-Meire derbas dibin.

Çavdêr tînin ziman ku navendên niha dewleta Tirk a dagirker li herêma Bakurê Sûriyeyê lêdike, berê Osmaniyan jî dema ku Sûriyê dagirkiribûn, li heman herêman navend lêkiribûn. Ew herêm ji sala 1840-1918`an di bin dagirkeriya Osmaniyan de mabû.

Her wiha li herêma Idlib û herêma Meire El-Neiman gelek şûnwarên mîna Xan Murad Paşa, Tirba Ebû Elai El-Meirî, kelha El-Meire, Dibistana El-Nûriye û mizgeftên girîng weke mizgefta El-Kebîr û mizgefta Nebî Allah hene.

Çavdêran ev yek nirxandin û gotin ku Tirkiyê bi vê yekê re wê dagirkeriya xwe li ser herêmê ferehtir bike û eger civaka navdewletî li beramberî dagirkirina Tirkiyê ya xaka Sûriyeyê bêdeng bimîne, dê Tirkiyê demografiya wê herêmê jî bugherîne, gelê Tirk li wê herêmê bi cih bike û bi Hatayê ve bide girêdan.

(np)

ANHA