HPG’ê li Geverê li artêşa Tirk da

Gerîlayên HPG’ê li Girê Şehîd Gafûr ê Gevera Colemêrgê li leşkerên artêşa Tirk a dagirker da. Di çalakiyê de dozerek hate îmhakirin û leşkerek hate kuştin.

HPG’ê li Geverê li artêşa Tirk da
31 adar, 2018   11:44

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG‘ê derbarê mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Di 29’ê Adarê saet di 12.20’an de hêzên me li Girê Şehîd Gafûr ê Gevera Colemêrgê li leşkerên artêşa Tirk a dagirker da. Di vê çalakiyê de dozerek hate îmhakirin û bi qasî ku hate tespîtkirin jî leşkerek hate kuştin.”