Li Minbicê du mayîn hatin bê bandorkirin

Tîma Endizyariya Rakirina Mayînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê du mayîn ku li çerxereya Sebi Behrat hatibûn bicihkirin, bê bandor kirin.

Li Minbicê du mayîn hatin bê bandorkirin
31 adar, 2018   11:06

MINBIC – Li ser agahadarkirina welatiyan ku tiştên bi guman li çerxereya Sebi Behrat a bajarê Minbicê hatine bicihkirin, Tîma Endizyariya Rakirina Mayînan berê xwe dane cihê buyerê.

Tîma Endziyariyê li cihê bûyerê du mayîn dîtin.

Tîma Endizyariya Rakirina Mayînan yekser dest bi karê xwe kirin û her du mayîn bê bandor kirin.

(bb)

ANHA