'Baweriya me bi YPG/YPJ'ê heye ku wê nêzîk Efrînê rizgar bikin'

Sivîlên Efrînê yên ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê neçarî koçberiyê hatin kirin û niha li Şehbayê dimîn in diyar kirin ku baweriya wan bi hêzên YPG/YPJ'ê mezine ku wê di demeke nêzîk de Efrînê rizgar bikin û wê rê ji wan re vekirin ku vegerin Efrînê.

'Baweriya me bi YPG/YPJ'ê heye ku wê nêzîk Efrînê rizgar bikin'
31 adar, 2018   05:09

EFRÎN- Zêdeyî sed hezar welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê neçar man ku malên xwe terik bikin û koçber bibin, niha li herêma Şehbayê di bin şert û mercên pir dijwar û zehmet de jiyan dikin.

Rêxistinên mirovî û saziyên mafê mirovan derbarê rewşa mirovî ya koçberan heta niha bê deng in û alîkariyan pêşkêş nakin.Sivîlên Efrînê ji kurd û ereb destnîşan kirin ku baweriya wan heye ku hêzên YPG/YPJ'ê wê careke din Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê têk bibe û wê wan vegerîna xaka wan.

Welatiyê bi navê Elî Mihemed ê ji Efrînê derbarê mijarê wiha axivî: "Baweriya me bi hêzên me yên YPG û YPJ'ê mezine. Vê hêzê ji destpêka aloziya Sûriyê parastina me kirin. Em di wê baweriyê de ne wê hêzên me careke din Efrîn rizgar bikin û wê riya vegerê ji me re misoger bikin. Emê heta dawî piştgiriya hêzên xwe bikin. Ên Efrîn dagirkirin, mal û milkên me dizîn û talan kirin divê hesab ji wan were xwestin. Îdaya islamê dikin û mizgefta topbaran û bombebaran dikin. Wê dîrok van rojan xêz bike û em ê ji nifşên pêş re bibêjin."

Welatiya bi navê Meryem Reşîd jî derbarê mijarê de got ku dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane welatiyên sivîl bombebaran kirin û topbaran kirin û wiha dom kir: "Êrîşî kevir û zindiya kirin. Tiştek ne hiştin, kîn û nefreta xwe li dijî me derxistin. LÊ bela baş bizan in ku jiyana li vir di nava bermahiyan de baştire ji jiyana bi tirkan û çeteyên wan re."

Welatiyê bi navê Izedîn Delo jî got ku ew di wê baweriyê de ne wê hêzên YPG/YPJ'ê tevahî Efrîn rizgar bikin û wê vegerin warê xwe û ev tişt anî ziman: "Tu cihê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser xaka Efrîn nîne."

Dapîra bi navê Suad Fereh jî derbarê mijarê de wiha got: "Tu cûdahî di navbera DAIŞ û Artêşa Tirk de nîne. Herdû jî dixwazin çanda gelê herêmê tune bikin û dîmbografiya herêmê di riya talankarî, kuştin û wêrankariyê dîmografiya herêmê bidin guhertin. LÊ em wekî gelê Efrînê di wê baweriyê de ne ku em ê bi zendên şervanên xwe yên YPG/YPJ'ê vegerin warê xwe."

(dc)

ANHA