‘Gelê Kurd bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî têkoşîna xwe didomîne’

KNK‘ê Serok-Komara Kurd a Mehabatê Qazî Mihemed ku beriya 71 salan hatibû darvekirin bi bîr anî û got,  gelê Kurd bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî têkoşîna xwe didomîne.

‘Gelê Kurd bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî têkoşîna xwe didomîne’
31 adar, 2018   06:04

NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê salvegera 71`an a darvekirina Serok-Komara Kurd a Mehabatê Qazî Mihemed û hevreyên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK‘ê got ku gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomîne.

Berî 71 salan weke îro, di 31‘ê  adar a 1947`an de piştî herifîna Komara Kurdistan li Mehabadê, Damezrêner û Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serok Komar Seyf Qazî û nunerê Mehabad li parlamenta Îranê û Nunrê Qazî Mihemed li Tehran Sadr Qazî, li sêdarê dan.

Ew heyama nêzî salekê bû, Komara Kurdistanê hatibû îlankirin û destkeftên mezin yên rêxistina civaka kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê tê de. Lê mixabin bi palpiştîya kolonyalizma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagîrkera Îranê, dawî bi Komarê hat. Bi wê jî ne sekinîn heta damezrêner û serokê wê jî li sêdarê dan. Dîsan bi pilan û pîlanên kolonyalîzma nevnetewî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd bin pêkirin û di wî parçê Kurdistanê dagirkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.

Di wî demî biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bû, di nava wan şert û mercên giran yên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duyemîn de. Lê ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya Melayên Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku Melayên Îranê, cezayê dardekirina ciwanên kurd bi kar tine, ciwanên kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomîne. 

Em weke KNK, di bîranîna 71 salîya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed,  Seyf Qazî, Sadr Qazî  û hemî şehîdên Kurdistanê carekî din bi rêz û hurmet bîrtînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Her weha sêrîde dagirkerên rejîma Îranê û hemî dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.ʺ

(bb)