Li Şera bargeha çeteyan hate teqandin, bi kêmanî 30 çete hatin kuştin

Li gundê Dêr Sewan ê navçeya Şera, bargeheke çeteyên koma bi navê "Sultan Mûrad, ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve hate teqandin. Bi kêmanî 30 çete di pargehê de bûn hatin kuştin.

Li Şera bargeha çeteyan hate teqandin, bi kêmanî 30 çete hatin kuştin
31 adar, 2018   04:17

EFRÎN – Çalakiyên Şervanên YPJ û YPG‘ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrîn  didome. Şervanan duh bi şev, li gundê Dêr Sewan ê girêdayî navçeya Şera bargeheke çeteyên  koma bi navê "Sultan Mûrad" a girêdayî artêşa Tirk kir hedefa xwe.

Di encamê de, pargeh hate teqandin, herî kêm 30 çete ku di bargehê de bûn hatin kuştin.

(bb)

ANHA