Iyad Xetîb: Cihê dagirkeran li Sûriyê nîne 

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê yê ji Idlibê Iyad Xetîb diyar kir ku xaka Sûriyê tenê ji xelkên Sûriyê re ye û da zanîn ku cihê dagirker û çeteyan tê de nîne. Xetîb, tekez kir ku ew ê kar bikin ku dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê derbixin.

Iyad Xetîb: Cihê dagirkeran li Sûriyê nîne 
30 adar, 2018   04:18

AZAD SEFO- HOGIR NECAR

NAVNDA NÛÇEYAN – Iyad Xetîb da zanîn ku damezirandina Partiya Pêşeroja Sûriyê di dema ku aloziya Sûriyê ketiye rewşa wiha zehemt de û bi taybet piştî dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re hate pêşniyarkirin û ev tişt anî ziman: "Xebatên damezirandina partiyê ji beriya 4 mehan ve bi têkiliya di navbera endamên partiyê yên ji hemû aliyên Sûriyê hate destpêkirin.  Xebatên me herî zêde li Bakurê Sûriyê başt bûn, ji ber ku tevgera me li vir ji herêmên din ên Sûriyê baştir bû."

Iyad Xetîp da zanîn ku ew li ser daxwaze şêniyên Idlibê tevlî partiyê bû ye û wia dom kir: "Ez bi xwe li ser daxwaz gelê me yê Idlibê tevlî xebatên damezirandina partiyê bûme. Hîn beşek mezin ji Sûriyê di bin destê rêjîma Baas de ye. Her wiha hin herêmê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Cehbet El-Nusra û DAIŞ ê de ne. Firkreya damezirandina partiya nû serbixwe ne girêdayî tu hêzên derve  yan hindir. Armanca me ji vê partiyê ew ku hemû beşê Sûriyê di nav de cih bigirin. Beşdarbûna min jî bi daxwaza şêniyên Idlibê pêk hatiye. Ew dixwazin ji aloziyê xilas bibin."

'Em ê berdin dagirkeriya Tirkiyê'

Xetîb di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku di partiya wan de gelek kadroyên taybet ên ji herêmên Sûriyê hene, di vê dema ku herêma me di rewşeke xeter û hesa re derbas dibe, dewleta Tirk herêmên ji xaka me dagir kirine pêwîstî bi karekî mezin heye  û wiha dom kir: "Ji ber vê yekê li pêşiya partiya me karekî zehmet heye, ji bo em dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyê derbixin, her wiha pirojeyên ji derve yên ne di xizmeta gelê  me yê Sûriyê de têk bibin."

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Iyad Xetîb her wiha da znaîn ku baweriya partiya wan bi demokrasiyê, pirengî û ne navendîbûnê tê û wiha dom kir: "Ji bo em Sûryê ji vê rewşa tarî derbixin û azadî û demokrasiyê li herêmê pêk bîn in. em ê tekoşîna xwe bidomîn in."

'Her kes dikarin tevlî partiyê bibin'

Xetîb her wiha destnîşan kir ku partiya wan wê têkiliyên derve pêş bixe û komîteya xwe li deveyî welat saz bike û wiha dom kir: "Wê buroyên me li derveyî welat jî werin vekirin. Ji be rem dibîn in ku ji mafê hemû gelê Sûriyê ye ku tevlî partiyê bibin. Tu bendên me li ser tu kesî nîne."

'Dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir kiriye'

Xetîp her wiha bal kişand ser dagirkirina dewlea Tirk ji xaka Sûriyê re û wiha dirêjî da axaftian xwe: "Sûriyê tenê ya gelê Sûriyê ye. Cihê dagirkeran li nav me nîne. Dewleta Tirk dagirker e, partiya me wê rizgarkirina xaka me ya hatiye dagirkirin, di tekoşîna xwe de esas bigire."

Li ser pirs çima kongreya yekem a partiyê li Reqayê hate lidarxistin xist Xetîb wiha got: "Reqa bajarê herî mezin yê Bakurê Sûriyê ku hatiye rizgarkirin. Hemû pêkhate tê de hene. Ji xwe Reqa bibû wargeha teroristan û niha bûye cihê herî aram û demokratîk."

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Iyad Xetîb di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku gelê Sûriyê ji tundî û cûdahiyê xilas bibe û destê xwe bavêje avakirina Sûriya azad a demokratîk dûrî hemû projeyên derve yên yekîtiya gelê Sûriyê derbe dikin.

(dc)

ANHA