Kurdan Xîlafeta Osmanî ya di xeta Heleb, Mûsil û Kerkûkê de têk bir-4

Şehba û Efrînê Rûsiya ji bo stratejiya NATO li Sûriyê tevlîhev bike daye Tirkiyê

Kurdan Xîlafeta Osmanî ya di xeta Heleb, Mûsil û Kerkûkê de têk bir-4
30 adar, 2018   04:06

ALAN ROJ

Di sê beşên dosya me bal kişand ser tevger dewelta Tirk a li herêmê û hêviyên wê ji bo vejînkirina serdema Osmaniyan. Diyar bû ku çawa gelê kurd rê li ber kiryarên hovana yên Dewleta Tirk a pêkanîna komkujiyan girtiye. Ji ber heger gihiştiba armanca xwe wê wekî bapîrên xwe yên Osmanî komkujî pêk baniya.

NAVENDA NÛÇEYAN – Di beşê 4'an û dawî yê vê dosya me, em ê tevgerên hêzên li Sûriyê û Îraqê serwerin rêz bikin, her wiha endamên ku tevgera Omsanî piştî 7 salan gihitşiye destnîşan bikin.Her wiha em ê sedema destwerdana wan a ji Şehba û Efrînê re, her wiha pêkanîna komkujiyan, tirkirina herêmê ku bi piştgirî û erêkirina Rûsiya û bê dengiya civaka navdewletî ya şermok pêk hatiye, vebêjin.

Rûsiya Tirkiyê tîne asta ku stratejiya NATO li herêmê binpê bike

Koalîsyona Navdewletî bi rêveberiya Amarîka di îlona 2014'an de û bi taybet di şerê Kobanê de bi awayekî cidî ket şerê Sûriyê. Ji wê demê ve YPG bû beşek ji vê koalsyonê. Paşê û piş tî gelek serkeftinên leşkerî yên li dijî teroristan ev têkilî pêş ket û gihitş itîfaqên stratejîk ên di navbera herdû aliyan de li ser şerê terorê û aramiya herêmê.

Rûsiya jî di îlona 2015'an de yekiser ket şerê Sûriyê û balafirên xwe yên şer li bargeh û balafirgehên Sûriyê yên di bin destê rêjîma Sûriyê û çekdarên Îranî de bû. Ji vir jî dest bi êrîşa li dijî komên çekdar ên islamî ku piraniya wan piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digrin, kir. Wiha Rûsiya cihê xwe li ser xaka Sûriyê girt. Bi Armarîka re ket pêşbirkê û hebûna xwe fireh kir.

Dewleta Tirk jî di tebaxa 2016'an de û di dema ku hêzên QSD'ê bi alîkariya Koalîsyona Navdewletî Minbic rizgar kir, ket tevgerê da ku bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê ku piştgiriya wan dikir, rizgar bike û berê xwe da Cerblus û Raaî. Di heman demê de Tirkiyê ku beşek mezin ji Helebê di destê komên çekdar ên girêdayî wê bû, Helebê û hin taxên Humis ji Rûsiya û Îranê re berda, beranberî rê bidênê ku Cerblus û Ezaz dagir bike.

Heger em li van geşedan û tevgerên ku li ser xaka Sûriyê pêk hat binirxîn in, wê asta dûrbûna di navbera hêzên hevgirtin bi hev re çêkirine, bibîn in. Bi taybet di navbera Tirkiyê û Amarîka ev diyardere. Piştî xistina balafira şer a Rûsiya ku ji aliyê Tirkiyê ve pêk hat, her wiha serkeftinên ku kurdan li dijî DAIŞ'ê bi dest xistin, Dewleta Tirk û rêveberiya wê xwe avêtin Rûsiya da ku helwesta wê rizgar bike. Vekirî ji Rûsiya re got ew amadeye beranberî rawestandina pêşketina kurdan gelekî bide Rûsiya. Ev jî beranberî ku Rûsiya bi kurdan re hevkariyê li Şehba, Idlib û gundewarên Helebê neke. Ji ber itîfaqa herdû aliyan hema bêje ber bi dawî ve çûbû, encamên wê jî li Heleb  û Efrînê di navbera Rûsiya û fermandariya YPG'ê de diyar bibû.

Rûsiya nêzîkatiya di navbera Amarîka û Kurdan de ku Tirkiyê wê qebûl nake û Tirkiyê ji bo derbkirina stratejiya NATO û Amarîka ya li Sûriyê bikar anî. Bi vê yekê re helwesta Tirkiyê da bi aliyê dewletên Qoqaz, her wiha itîfaqên aborî û çekan ên ji neçarî bi Tirkiyê dan kirin. Bi vêy ekê nakokî di navbera Tirkiyê û dewletên NATO de derket.

Destpêk jî di bê hevkariya Amarîka û hevkara wê ya NATO Tirkiyê de derket. Dema ku Tirkiyê Cerblus û Bab bi alîkariya balafirên Rûsiya bikar anî, paşê jî bi Îran û Rûsiya re kongreyek li Astana saz kir, wiha jî helwesta siyasî li Sûriyê ji bin lingê dewletên Ewopî û Amarîka ku li Cinêv pêk dihat kişandin.

Lê tevî van pêşketinan heger mirov li belavbûna hêzan a li Sûriyê binere, wê baş diyar bibe ku Rûsiya bi awayekî tektîkî rê ji Tirkiyê re vedike. Tenê heger em li cihê Îran li ser nexşeya Sûriyê û Îraqê biner in, ew wê baş diyar bibe. Cihê Tirkiyê di Sûriyê de tenê ew sêkoşeya bakur-rojavayê Sûriyê ku li beranberî eniya rêjîma Sûriyê û Îranê ye maye. Wiha Rûsiya ji komên çekdar ên nava Sûriyê û başûrê wê xilas bû. Diyar dibe jî wê qonaxa piştî vê jî Idlib û gundewarên wê be. Rûsiya wê nikaribe Îran û rêjîmê heta dawî bide sekinandin.

Kurdan belgeyên xîlafeta Osmanî şewitandin û parstina ewlekariya herêmên xwe û sînorên navdewletî kirin.

Mijara kurd û demokrasiyê a li gel hikûmeta Erdogan ew di aliyê siyasî, leşkerî, aborî û dîplomasî de li herêmê xist. Lewma gihişt asta ku niha gihiştiyê, di şerê wekîlan ku ev zêdeyî 15 salan li ser xerîteyek biçûk a jiyosiyasî ya li Sûriyê û Îraqê dimeşîne. Bûye wekî qefesekê bi hezaran terorist ên ji hemû aliyên cîhanê hewandiye. Ev piştî ku di aliyê siyasî, aborî û dîplomasî de li tevahiya herêmê xwedî bandor bûn. ji vê yekê jî Rûsiya û Îranê sûd wergirtin.

Bi vê yekê kurdan bi hêza xwe û projeya xwe ya demokratîk û têkbirina teroristan xewna Osmaniyan a nû ya vejandina dema xîlafetê, têk birin. Di heman demê de  gelên herêmê fêrî mijarên demokrasî û azadiyê kirin. Di encamê de pîlanên ewletên herêmî yên dagirkirina herêmê vala derxistin.

Di heman demê de gelê kurd aramiya herêmên xwe û ewlekariya sînorên navdewletî yên di navbera Sûriyê û Îraqê de ku ji aliyê komên terorist ên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, parastin. Ew sînor metirsîn li ser pêşeroje gelên herdû dewletan dikir, heger desthiladariya nû li herêmê pêk hatiba.

Êrîşa Efrînê derbeya Rûsî-Tirkî ya ji bo vejandina terorê ye

Li gorî çavdêrên rewşa Sûriyê û bi taybet di demên dawî de, êrîşa dagirkerî ya dewleta Tirk û çeteyên wê (bermahiyên DAIŞ û Nusra) ku di encama itîfaqa beranberî berdana Xûta Rojhilat ji Rûsiya re wekî domandina beşek ji pîlanên Rûsiya pêk hatiye. Rûsiya bi vê yekê dixwaze Tirkiyê ji hevkariya Amarîka bi temamî derbixe û dosaya Sûriyê bi temamî bixe bin destê xwe.

Encama pîlan û dagirkeriyên wan di bihêzkirina DAIŞ û ji nû ve vejandina wê de diyar dibe. Piştî ku DAIŞ ji aliyê Koalîsyonê û QSD'ê ve ber bi tunebûnê ve diçû, careke din li hin herêmên Sûriy û Îraqê derket holê. Her wiha bi vêyekê agirê şerê ku sivîl dibin qurbaniya wê careke din gûr dibe.

(dc)

ANHA