ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30′yê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30′yê Adara 2018
30 adar, 2018   04:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Şopandina hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Efrînê yên di malên wêrankirî de û rewşa zehmet a jiyanê de dimîn in û dibêjin ku ew ê tu carî qebûl nekin diz û talanger li ser xaka wan bimîn in.

*Rûspiyê Eşîra Şerabiyan li Îraqê Şêx Xidir El-Qutib got ku şervanên YPG/YPJ û QSD'ê li şûna hemû cîhanê şerê terorê dikin û ev tişt anî ziman: "Beranberî wê jî hemû cîhan li komkujiyên ku Tirkiyê pêk tîne temaşe dikin."

CIVAK Û JIYAN

*Piştî ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ji Efrînê koçber bû, sîtêra veguhestina avê ji xwe re kiriye mal, bi şev tê de xew dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PORTRA

Ji bo parastina hevrê û xaka xwe xew bi çavên wî nediket. Bi tevlîbûna şoreşê re dibe xwedî îrade û li gelek eniyan li hemberî çeteyên Cebhet El-Nusra şer dike.

ÇAVDÊRÎ

*Tevgera welatiyan li navçeya Til Rifet û bi taybet welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşên Arêtşa Tirk û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne ji aliyê ajansa me ve hate şopandin. Welatiyan îdayên derbarê navçeyê de ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin kirin, deriwandin, her wiha pîlan û dagirkirina Efrînê bi tundî şermezar kirin.

POLÎTÎKA

*Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê yê ji Idlibê Iyad Xetîp diyar kir ku xaka Sûriyê tenê ji xelkên Sûriyê re ye û da zanîn ku cihê dagirker û çeteyan tê de nîne. Xetîp, tekez kir ku ew ê kar bikin ku dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê derbixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Di sê beşên dosya me bal kişand ser tevger dewelta Tirk a li herêmê û hêviyên wê ji bo vejînkirina serdema Osmaniyan. Diyar bû ku çawa gelê kurd rê li ber kiryarên hovana yên Dewleta Tirk a pêkanîna komkujiyan girtiye. Ji ber heger gihiştiba armanca xwe wê wekî bapîrên xwe yên Osmanî komkujî pêk baniya.

ANHA