Macron û Heyeta Bakurê Sûriye: Pêwîste hevkarî were xurtkirin

Heyeta Bakurê Sûriye ya ku li gel Serokkomarê Fransa Macrona yê li Parîsê civiya, ragihand ku “Hevdîtineke baş û girîng” hate kirin.

Macron û Heyeta Bakurê Sûriye: Pêwîste hevkarî were xurtkirin
29 adar, 2018   20:17

NAVENDA NÛÇEYAN - Heyete ji rêveberê asta jor a Bakurê Sûriye û Rojava pêk tê, li Parîsê li Qesra Elysse bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re civiya. Hat ragihandin ku di civînê de mijarên girîng hatine gotûbêjkirin

Heyeta ku ji rêveberên Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê, li Parîsê li Qesra Elysse bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re civiya.

Heyeta Bakurê Sûriye ya ku ji nûnerên Kurd, Ereb û Sûriyanan pêk tê, Hevseroka TEV DEM’ê Asya Abdullah, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd, Hevserroka Konseya Têkiliyên Karê Derve ya Kantona Cizîrê Sîham Qiryo, Endama Konseya Rêveberiya Herêma Cizîrê Faner Gaêt, Berpirsê Karê Derve yê QSD’ê Rêdûr Xelîl, Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah û Nûnerê Rêvberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ya Fransa Dr. Xelîl Îsa cih digire.

Hevdîtina Heyeta Bakurê Sûriye ya li gel Macron bi qasî saetekê dom kir.

Heyeta Bakurê Sûriyeyê piştî hevdîtinê û şûnde civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah daxuyaniyek kurt da.

Asya Abdulla têkildarî hevdîtinê ev tişt got: “Bi Birêz Macron re hevdîtineke erênî û baş hate kirin. Beriya niha Fransa piştgiriya xwe ya ji bo Bakurê Sûriyeyê bi taybet têkoşîna li dijî DAIŞ’ê piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê ragihandinbû. Têkildarî êrîşên li ser Efrînê Birêz Macron helwestekî baş raber kir. Me spasdariyên xwe pêşkêş kir. Me di vê hevdîtinê de êrîşên li ser Efrînê, vegera gelê Efrînê ya ji bo xaka xwe û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û rewşa Bakurê Sûriyeyê nîqaş kir. Tecrûbeya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê modeleke baş hate nîşandan. Birêz Macron piştgiriya xwe da nîşandan. Her wiha piştgiriya xwe ya ji bo Bakurê Sûriye û Rojava dubare kir. Diyar kir ku wê hevdîtinên dîplomatîk ên ji bo Efîrînê bidomînin. Heta niha li gel hêzên Fransa yên li Minbicê xebatên hevpar hatin birêvebirin. Pêwîstî bi hêzkirina vê hevkariyê heye. Ji ber ku hê jî xeteriya DAIŞ’ê dewam dike. Bi êrîşkirina DAIŞ’ê re DAIŞ hinek bi hêz bû û xwe komî ser hev kir. Dewleta Tirk jî dixwaze komên terorê li Efrînê bi cih bike. DAIŞ ji bo her kesê bi xetere. Ji bo wê divê em bi hev re kar bikin. Birêz Macron diyar kir ku dixwazin li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk kar bikin û bibîr xist ku divê vê hevkarî bê xurtkirin.”

Li ser pirsa rojnamevanekê ya ‘Hevkariyeke çawa’ Abdullah êrîşa DAIŞ’ê ya 23’ê Adarê ya li Fransa bibîr xist, got: “Hevkariyek çiqas xurt be, wê ewqas gelê me ji DAIŞ’ê bê parastin. Gelek rêbazên wê hene. Derfetên bihêzkirina vê hene.”

Abdullah daxuyaniya Macron a ‘Wê leşkeran bişîne Minbicê’ bibîr xist û got: “Ev rewşeke baş e. Di demboriyê de ev bû, wê di siberojê de jî bibe.”

Di dewama civînê de bersiva pirsên rojnamevanan a li ser rewşa dawî ya Efrîn û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hate dayîn.

Endamên heyetê, desteka Serokkomarê Tirk a ji bo DAIŞ’ê û dijminahiya wê ya li dijî gelê Bakurê Sûriyeyê vegot.