ʹJi ber em gelekî ku koletiyê qebûl nake, em rastî komployan tênʹ

Endamê Rêveberiya TEV-DEMʹê Hisên Koçer da zanîn ku dîroka şerên li Rojhilata Navîn rû didin, nîşan didin ku dewletên mezin dixwazin xêr û bêra herêmê desteser bikin. Koçer wiha got, ʺJi ber ku em koletiyê qebûl nakin em rastî komployan tên. Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîne.ʺ

ʹJi ber em gelekî ku koletiyê qebûl nake, em rastî komployan tênʹ
29 adar, 2018   19:00

QAMIŞLO – TEV-DEM bi şêniyên gundên Aliyan ên herêma Dêrikê re civiyan û rewşa siyasî ji wan re nirxandin. 

Di civînê de bi dehan gel, endamên Saziyên Civaka Sivîl amade bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEMʹê Hisên Koçer axivî, rewşa siyasî û rewşa Efrînê nirxand. Koçer wiha got, ʺDewleta Tirk dixwaze wekî Osmaniyan herêmên me dagir bike. Ji ber vê yekê êrîşî gelan dike û wan di komkujiyan re derbas dike. Her wiha demografiya herêmê diguhere.ʺ 

Koçer anî ziman ku projeya dagirkeriyê ku dewletên mezin dixwazin li herêmê pêk bînin ne tenê Efrîne û wiha domand, ʺDema mirov vegera dîroka gelên Rojhilata Navîn, mirov dibîne ku şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn li ser axa Rojhilata Navîn pêk hatine. Li hember zulm û koletiyê me riya berxwedanê hilbijratiye da em jiyaneke bi rûmet bijîn. Divê em li hember planên dijmin hişyar bin.ʺ

Civîn bi nîqaşan û bersivdayîna pirsên beşdaran bi dawî bû. 

(mm)

ANHA