Masûm Korkmaz li Helebê hat bîranîn

Kongreya Star û YCRʹê li bajarê Helebê merasîma bîranîna şehîd Egîd (Masûm Korkmaz) li dar xistin. 

Masûm Korkmaz li Helebê hat bîranîn
29 adar, 2018   16:33

HELEB – Merasîma bîranînê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya bi dehan jinên herêmê û Endamên YCRʹê hat organîzekirin.

Piştî ku deqeyek rêz hat girtin, sînevizyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Egîd hat pêşandan. Di sînevizyonê de hat zanîn ku şoreşa Rojava û berxwedana li dijî dagirkeriyê berhema vê têkoşînê ye.  

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ û ʺBijî berxwedana Efrînêʺ bi dawî bû. 

(mm)

ANHA