Li koçberiyê xuliqkarî rengê berxwedana Efrînê nîşan dide

Ji bo pêdiviyên malbata xwe yên jiyanî pêk bîne, li koçberiyê di bin darekê de motorsklêtan temîr dike.

Li koçberiyê xuliqkarî rengê berxwedana Efrînê nîşan dide
Li koçberiyê xuliqkarî rengê berxwedana Efrînê nîşan dide
Li koçberiyê xuliqkarî rengê berxwedana Efrînê nîşan dide
29 adar, 2018   08:22

SOLÎN REŞÎD- CEFER CEFO

ŞEHBA- Ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser kantona Efrînê bi dehezaran welatiyên Efrînê berê xwe dan kantona Şehba. Welatiyan hemû tişt li pey xwe hiştin û xwe û zarokên xwe ji komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar kirin.

Welatiyên hatine Şehbayê bê mural nebûn û bi baweriya ku dê di demeke nêzîk de herêmên wan rizgar bikin û vegerin warê xwe, dest bi kar û xebatên xwe kirin. Di vî warî de welatiyan cihên kar ji xwe re peyda kirin û li gorî şert û mercan xulikarî pêş xistin.

Ciwanê Efrînî yê bi navê Mihemed Hemîd bi derfetên xwe yê heyî konek li bin dareke ku li ser rê veda û di dest bi temîrkirina motorsklêtan kir. Hemîd, bi berhemê wê pêdiviyên jiyanî yên malbata xwe pêk tîn e.

Ajokarên motorsklêtan berê xwe didin mihemed û li gel wî motrisklêtên xwe temîr dikin. Hemîd, derbarê mijarê de wiha got: "Ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê em neçar bûn ji xaka xwe derkevin. Bi awayekî hovane êrîşî warê me dikirin û em neçarî derketinê kirin."

Hemîd, da zanîn ku wî gelek hewldan kir ku dikanekê peyda bike û tê de karê xwe pêk bîne û ev tişt anî ziman: "Min dikanek peyda nekir, lewma min li bin vê dare kon veda û karê xwe tê de pêk tîn im."

(dc)

ANHA