Işkence dikin, piştre jî qetil dikin

Artêşa Tirk a dagirker ciwanekî bajarê Qamişlo li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de digrin. Leşkerên Tirk wî ciwanî işkence dikin, bi kêra lêdidin û dawiyê jî gulebaran dikin.

Işkence dikin, piştre jî qetil dikin
28 adar, 2018   13:34

 QAMIŞLO- Abdullfetah Fehmî (18) ê ji taxa Qidûrbekê ya bajarê Qamişlo berî 3 rojan ji bo kar sînorê di navbera Rojava û Bakurê Sûriyeyê de derbas dike. Fehmî ji aliyê leşkerên Tirk ve tê girtin.

Fehmî ji aliyê leşkeran ve bi awayekî hovane tê işkencekirin, piştre kêra lêdidin û wî gulebaran dikin.

Piştî ku Fehmî ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve tê qetilkirin, dewleta Tirk a dagirker destûr nade ku malbata Fehmî cenazeya wî bigrin.

Cenazeya Fehmî li goristaneke Nuseybîne li gel gorên bê nav tê veşartin.

Birayê Abdulfetah Fehmî, Ehmed Fehmî anî ziman malbatên wan ên Bakurê Kurdistanê agahî dan ku leşkerên Tirk piştî ku birayê wî qetilkirine bi cenazeya wî leyîstine da ku neyê naskirin.

Cenazeya Abdulfetah Fehmî 3 rojan di nava destê leşkerên Tirk de dimîne. Piştî ku cenaze radestî malbatên Abdulfetah Fehmî yên Bakurê Kurdistanê dikin, destûr nadin ku kesek li cenazeyê binêre.

(np)

ANHA