Ji Kongreya Malbatên Şehîdan: Dirûşmeya me serkeftin an serketine

4‘emîn kongreya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê didome û axavtin ji aliyê nûnerên şandeyên tevlîbûne ve têne kirin.

Ji Kongreya Malbatên Şehîdan: Dirûşmeya me serkeftin an serketine
Ji Kongreya Malbatên Şehîdan: Dirûşmeya me serkeftin an serketine
Ji Kongreya Malbatên Şehîdan: Dirûşmeya me serkeftin an serketine
Ji Kongreya Malbatên Şehîdan: Dirûşmeya me serkeftin an serketine
Ji Kongreya Malbatên Şehîdan: Dirûşmeya me serkeftin an serketine
Ji Kongreya Malbatên Şehîdan: Dirûşmeya me serkeftin an serketine
Ji Kongreya Malbatên Şehîdan: Dirûşmeya me serkeftin an serketine
28 adar, 2018   12:55

QAMIŞLO- "Dirûşmeya me serkeftin an serkeftin, ji derveyî wê em tiştekî qebûl nakin û bi ruhê berxwedana gelê Efrîne berxwedanî didome" axavtivanan bi van gotinan destbi axavtina xwe kir.

4`emîn kongreya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li navenda Aram Tîgran a Çand û Huner a bajaroka Rimêlan dest pê kir. 400 delege tevlî kongrê bûn. Di berdewamiya kongrê de axavtin ji aliyê nûnerên şandeyên tevlî kongrê bûne ve, tê kirin.

Berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd di kongrê de axivî û got:˝Berxwedaniya me bi dilê dayîkên şehîdan ve girêdayî ye û ticarî têknaçe. Bi hezaran şervan ji bo azadiya civakê şehîd bûn û heyanî niha jî li hemberî terorê têdikoşin. Em ê bi ruhê berxwedaniya Efrîne li ber xwe bidin û dirûşma me serkeftin an serkeftine˝.

Her wiha di berdewamiya kongreyê de Hevserokê Meclîsa Damezrîner ê Fedraliya Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm jî axivî û got:˝ Divê em jî hestê kîn û nefretbûne dûr bikevin. Bila li hemberî neyaran yekîtiya me hebe. Em niha têdikoşin ku Efrîn rizgar bikin.˝

El-Selûm di berdewamiya gotinên xwe de malbatên şehîdan û bi taybet dayîkên şehîdan wiha silav kir:˝ Ez dayîka ku zarokên xwe ji bo berxwedanî û lehengiyê şîr dan, silav dikim. Bi saya şehîdan zarok û dayîk û mirovên vê xakê aram dijîn˝.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Izet Hemo axivî û got:˝ Ev kongreyê bi xwîna şehîdan tê lidarxistin dê biserbikeve˝.

Her wiha di berdewamiya kongrê de axavtin bi navê TEV-DEM, Saziya Birîndaran, Kongra Star ve hat kirin û peyamên pîrozbahiya kongrê hatin xwendin.

Di berdewamiya kongrê de rapora xebatên Meclîsa Malbatên Şehîdan tê xwendin û dê di çarçevê raporê de xebatên Meclîsa Malbatên Şehîdan were nirxandin.

(np)

ANHA