`Di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de dê komîteyên jin bêne avakirin`

Endamên jin ên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê destnîşan kirin ku wê di hundirê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê komîteyên taybet ên jin hebin.

`Di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de dê komîteyên jin bêne avakirin`
`Di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de dê komîteyên jin bêne avakirin`
`Di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de dê komîteyên jin bêne avakirin`
28 adar, 2018   11:38

EMÎNE El-ELÎ

REQA- Kongreyê Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê duh li bajarê Reqayê bi dirûşmeya` Sûriyeke demokratîk pir rengî ne navendî` hate lidarxistin. Jin ji pêkhateyên Ereb, Suryan û Kur tevlî bûn.

Endama Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ruqeyo El-Elo di hevdîtina li gel ajansa me rolê jin di avakirina Partiya Sûriyê ya Pêşerojê nirxand û got:˝ Jin wê di nava xebatên partiyê de xwedî rolekî mezin be û dê ji hemû aliyan ve xebatê bide meşandin˝.

Ruqeya El-Elo di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku jin dê li hemberî tundiya li ser jinê têbikoşe û wiha got:˝ Em ê saziyên sivîl ava bikin, projeyên aborî ku jin sûd jê wergire pêşbixînin˝.

Bi heman mijarê ve girêdayî Ruqiya El-Elo anî ziman ku divê jin navendên çandê û perwerde li tevahî herêmên Sûriyeyê veke.

Ji bo pêşeroja zarokan jî Ruqiya El-Elo wiha got:˝ Ji bo zarokên ku ev bûye 7 sal di nava şert û mercên şer de dijîn û rastî qirkirine hatine wê proje hebin˝.

Endama Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ruqiya El-Elo di dawiya gotinên xwe de bang li hemû jinên Bakurê Sûriyê kir ku tevlî xebatên partiyê bibin û di avakirina civakeke demokratîk de xwedî rolekî çalak bin.

Her wiha endama Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef jî ji ajansa me re têkildarî xebatên partiyê axivî û wiha got:˝Em ji avakirina Sûriya Pêşerojê berbi civakeke azad ve diçin. Jin di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê dê di asta mêr de xwedî rol be û li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê xwe birêxistin bikin˝.

Hevseroka Komîteya Rêveber a herêma Tebqa Hind El-Elî jî lidarxistina kongreyê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê pîroz kir û got:˝ Di rêziknameya partiyê de girîngiyeke mezin ji bo jin hatiye dayîn û ev cara yekemîn ku jin di vê astê de ciyê xwe di nava partiyekê de digre˝.

Hind di dawiya gotinên xwe de ji bo lidarxistina kongreyê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê kêfxweşiya xwe anî ziman.

(np)

ANHA