ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28′ê Adara 2018
28 adar, 2018   05:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyên Navçeya Amûdê dan zanîn ku Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn vê siyasetê li Efrînê dimeşîne. Armanca vê siyasetê ew e ku doza Kurd li Rojava-Bakurê Sûriyê were qirkirin. Her wiha gel bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û kiryarên dagirkeran rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamên Saziyên Sivîl ên Taxa Şêxmqsûdê tekez kirin ku serkeftin wê para berxwedana Efrînê be. Her wiha endaman pirsa helwesta saziyên mafên mirovan ya li hember êrîşên li ser Efrînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên gundên Til Qerahê diyar kirin ku ev 4 sal in gelê Efrînê wan ji êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çatayên wê diparêzin û dan zanîn ku ew ê piştgiriyê bidin gelê Efrînê heya vegerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ji bo bikare rewşa gelê Efrînê nas bike, riyeke dirêj qut kiriye. Her wiha bang li Kurdistaniyên cîhanê kir ku alîkariyê bidin gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji malên xwe derketine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jinên Êzidî yên Efrînê ji tirsa dubarekirina komkujiyên li ser jinên Şengalê (Tenê ji ber ku jinên Şengalê Êzidî bûn, li ser destê çeteyên girêdayî Erdogan hatin kuştin û firotin), berê xwe da Kantona Şehbayê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê du qatên avahiya tenduristiyê sererast kirin, lê belê ji ber alavên kêm û paşguhkirina aliyên alîkar, gilî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ji ber ku rêxistinên mirovî bi erka xwe ranabe, konê koçberekî Iraqî yê bi navê Usama Hemûdî hate şewitandin û di encamê de keça wî jiyana xwe ji dest da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

*Siyasetmedar û Serokê berê yê Partiya PÇDKꞌê Dr.Fayiq Kolbî da zanîn ku siyasetên Erdogan encama tevlîbûna faşîzma Toranî û Ixwanî ne û diyar kir ku armanca van siyasetan vejîna Dewleta Osmanî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Piştî ku komên terorist ên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirtin wekî Cebhet El-Nusra, Lîwai El-Tewhîd, Ehrara El-Şam û herwkî din li ser destê şervanên Kurd li Rojava û Tevahiya Bakurê Sûriyê di sala 2013'an de hatin qeliskirin, her wiha şîîtiya Îranê li Îrqê xwe bi cih kirin û di nava desthiladariya Îraqê de xwe bi cih kirin. Metirsîna komên sine yên girêdayî Tirkiyê li Îraqê zêde bûn, di heman demê de koma Ixwan Mislimîn (Birayên Misilman) li Sûriyê ku şoreşa gel a Sûriyê dizîn. Mûsil û gelek bajar û bjarokên derdora wê radestî çekdar û siyasiyên girêdayî Tirkiyê hatin kirin. Radestî DAIŞ'ê hate kirin, Armanca wê jî ew bû ku pêşketinên şîtiyê li herêmê rawestîn in.

ANHA