Ji bo sînaryoha Şengalê dûbare nebe, ji Efrînê derketin

Êzidiyên Efrînê wekî bi sedehzaran welatiyên Efrînê ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê malên xwe terik kirin û berê xwe dan kantona Şehbayê. Jinên Êzidî jî dane zanîn ku da ku wekî Şengalê li wan neyê ew ji Efrîn derketin.

Ji bo sînaryoha Şengalê dûbare nebe, ji Efrînê derketin
28 adar, 2018   05:26

FÎDAN EBDELA- ROZANA DADO

ŞEHBA- Jinên Êzidî yên ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê malên xwe terik kirine û koçber bûne, diyar kirin ku ji metirsîna ku wekî jinên Şengalê li wan were, wan malên xwe terik kirin.

Jina Êzidî ya bi navê Suad Hiso ya ji Efrînê derbarê mijarê got ku ew ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê û ji metirsîna komkujiyan malên xwe terik kirin. Suad di berdewama axaftina xwe de jî ew ji çarenûsa gelek jinên Êzidî yên di Efrînê de mane û têkilî bi wan re hatiye qutkirin, bi tirs in.

Suad di berdewama axaftinax we de jî bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku parastina mafê Êzidiyan bikin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li êrîşên xwe bîn in.

Jina bi navê Meryem Ebdo jî derbarê mijarê de wiha got: "Top û bombeyên Artêşa Tirk bi ser me de dibariyan, ji ber metirsîna pêkanîna komkujiyan û bi taybet li dijî me Êzidiyan em ji malên xwe derketin. Dîroka Tirkiyê di mijar kêmnetewan de tijiye, wan gelek komkujî li dijî kêmnetewan de pêk anîn. Wekî çawa li Eremeniyan kirin."

Jina bi navê Fatma ilyas da zanîn ku tiştê Artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê pêk tîne li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye û wiha dom kir: "Ew aramiya herêmê û aştiyê hedef digrin. Komkujiyan derheqê welatiyên Efrînê pêk tînin. Em hemû bira ne, tu cûdahî di navber olên me de nîn in, em hemû ji bo wekhevî û biratiya gelan tekoşîn dikin. Lê Artêş Tirk û çeteyên wê kiryarên li dijî hemû nirxên mirovahiyê pêk tînin, em li benda hêzên xwe ne ku Efrînê rizgar bikin, da ku em karibin carke din vegerin warê xwe."

Jina bi navê Nayla Mihemed jî derbarê mijarê de wiha got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê xaka me dagir kirin, malên me talan kirin. Çi bibe jî wê nikarin îradeya me bişkîn in, em ê vegerin warê xwe, em ê vegerin û wê alên YPG/YPJ'ê di destê me de be.  Xwîna şehîdên me wê vala naçe."

Nayla Mihemed di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Em Êzidî ji metisîna ku wekî Şengalê li me were, em ji Efîrnê derketin, metirsîna me ku Erdogan û çeteyên wî jinên me li bazaran bifroşin û me hemûyan qetil bikin. Lê em di wê baweriyê de ne ku em ê di demeke nêz de vegerin warê xwe Efrînê."

(dc)

ANHA