Dagirkeriya Tirk çanda Tirkî li ser gelê Efrînê ferz dike

Buroya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên ferzkirina çanda Tirkî û guhertina demografiya herêma Efrînê, şermezar kir.

Dagirkeriya Tirk çanda Tirkî li ser gelê Efrînê ferz dike
27 adar, 2018   14:42

NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Mafên Mirovan vekirina dibistanên Efrînê û rakirina alên Tirkî tê de, şermezar kir.  

Derbarê vê yekê de Buroya Mafên Mirovan daxuyaniyek da. 

Daxuyanî wiha ye:

ʺLi ser dezgehên ragihandinê û malperên tevna civakî wêne hatin parvekirin ku dewleta Tirk dibistanên Efrînê vekirine. Li dibistanan wêneyên Erdogan hatine daliqandin û alên dewleta Tirk bi zarokan hatine hildan. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk hewl dide çanda Tirkî li herêmê ferz bike. 

Armanca ji hedefgirtina çand, ziman û dîroka gelê Efrînê guhertina demografiya herêmê ye. Efrîn mînaka jiyana hevbeş û biratiya gelan bû. 

Em van kiryarên dewleta Tirk a dagirker û ferzkirina çanda Tirkî li ser gelê Efrînê şermezar dikin.   

(mm)