Kampa Fafîn ji bo gelê Efrînê hat vekirin

Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê bi koordîneya bi Rêveberiya kantonê re, ji bo welatiyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man ku warên xwe terk bikin, kampek vekir. 

Kampa Fafîn ji bo gelê Efrînê hat vekirin
27 adar, 2018   14:32

ŞEHBA – Hejmara welatiyên Kantona Efrînê yên ku ji bo rewşa ewlehiyê berê xwe dan Kantona Şehbayê her zêde bû. Ji ber vê Şaredariya Gel a Şehbayê bi koordîneya bi rêveberiya kantonê re, li navçeya Fafîn kampek vekir. 

Dê li kampê 3 hezar kon bên vedan. Lê ji ber ku welatî li çolê mabûn, kamp bi lezgînî hat vekirin û 200 kon lê hatin vedan. Li kampê vedana konan didome. Kamp bi navêBerxwedan hat vekirin.   

Rêveberiya Kantona Şehbayê hewl dide pêdiviyên jiyanî yên malbatên Efrînî bi cih bîne. 

Îro Heyva Sor a Kurd madeyên xwarinê, şîr û pêdiviyên zarokan û pêwîstiyên jiyanî li welatiyên  li kampê bi cih dibin, belav kir. Beşek ji van madeyên alîkariyê ji aliyê gelê Bakurê Sûriyê ve hatibû şandin.

(mm)

ANHA