Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin

Di Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyeya Pêşerojê de, Ibrahîm Qeftan wek serok û Hevrîn Xelef wek sekreterê giştî yê partiyê hatin hilbijartin.

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin
27 adar, 2018   15:25

REQA – Piştî ku li ser rêziknameya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat erêkirin, Ibrahîm Qeftan wek Serokê partiyê ji aliyê endamên partiyê ve hat hilbijartin.

Her wiha Hevrîn Xelef jî wek Sekretera Giştî ya partiyê hat hilbijartin.  rêveberiya giştî ya partiyê bi hilbijartina 81 kesan hat avakirin.  

Rêveberiya partiyê li gorî nûnertiya herêman wiha ye, ʺ7 kes ji Dêrazorê, 7 kes ji Reqayê, 5 kes ji Tebqayê, 8 kes ji Kobanê, Sirîn û Girê Spî, 7 kes ji Minbicê, 6 kes ji hundir û derve, 4 kes ji Idlibê, 5 kes ji Helebê, 4 kes ji Şehbayê, 21 kes ji herêma Cizîrê û 7 kes ji Efrînêʺ. 

(mm)

ANHA