Kongreya Damezrîner bi nîqaşên li ser bernameyê siyasî ya partiyê didome

Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ku li Reqayê tê lidarxistin ji çapemeniyê re girtî didome. Di Kongre de nîqaşan li ser bernameya siyasî ya partiyê ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongre ve hatiye amadekirin têne kirin.

Kongreya Damezrîner bi nîqaşên li ser bernameyê siyasî ya partiyê didome
27 adar, 2018   14:13

REQA – Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê vê sibehê bi amadebûna siyasetmedarên Kurd, Ereb, Suryan, rûspiyên êlên Ereb li Bakurê Sûriyê, endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokatîk li Bakurê Sûriyê, li Stada El-Firat a bajarê Reqayê destpê kir.

Piştî axaftinan, bernameya siyasî ya partiyê ya ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongre ve hatiye amadekirin ji aliyê endama komîteyê Îman El-Xidir ve hate xwendin.

Bernama ji 10 bendan pêk tê:

Yekemîn

Qada Siyasî: Armanca partiyê yekîtiya xaka gelê Sûriyê û têkoşîna li dijî parçekirinê.

Duyemîn

Qada Civakî: Doza civakê, dozeke jiyanî ye di hemû wateyên xwe de. Armancên wê: Peydakirina "peyadkirina cih, bicihanîna pêwîstiyên welatiyan, pêşxistina xebatên tenduristiyê, aktîvkirina rola jin, parastina zarok û malbatê û beşdarkirina ciwanan di avakirina welat de.

Sêyemîn:

Qada Aborî: Armancên xwe peydakirina pêwîstiyên civak û mirovan û pêwîstiyên madî û teknîkî ji bo pêşxistina welatî û saziyan.

Caremîn:

Qada Dadwerî: Armancên xwe, xurtkirina  erka dadehê, serxwebûna distur û avakirina qanûneke sereke ji bo dadgehê.

Pêncemîn

Qada Ragihandinê: Rêzgirtina li hemberî azadiya çapemeniyê û rêgirtina li pêşiya îhtîkara dezgehên çapemeniyê.

Şeşemîn:

Qada Perwerde, Fêrkirin û Lêkolînên Zanistî: Partî ji bo guhertina meteyalên perwerdeyê li gorî rewşa heyî, beşdarkirina meteryalên fêrkirin, zanistî û perwerdeyî ji bo kûrkirina piransîpên demokrasiyê û hin qanûnên din dixebite.

Heftemîn:

Qada Çandî: Armanca partiyê, pêşxistin û vejandina zimanên li Sûriyê, her wiha pêşxistina kevneşopiya çanda hemû pêkhateyan.

Qada Heyştemîn:

Parastina Ekolojiya: Partî di vê warî de, ji bo pêşxistina parastina ekolojî û pêkanîna armancên din wê bixebite.

Nehemîn:

Qada Parastin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Partî ji bo ji nû ve avakirina artêşeke Sûrî li ser esasê niştimanî aştiyane û avkirina saziya ewlekariya hundirîn a Sûriyê dixebete. Her wiha ji bo îbtalkirina qanûna zewaca jinên ku di hêzên ewlekariyê an jî artêşê de dixebitin.

Dehemîn:

Siyaseta Derve: Xebat bi hêzên demokratîk û niştimanî yên derve bêne kirin.

Kongre bi nîqaşan li ser bernamya partiya ji çapemeniyê re girtî didome.

(bb)

ANHA