Kongreya  Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê destpê kir

Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dirûşmeyaʺSûriyeke demokratîk pir rengî ne navendîʺli Reqayê destpê kir.

Kongreya  Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê destpê kir
Kongreya  Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê destpê kir
Kongreya  Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê destpê kir
Kongreya  Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê destpê kir
27 adar, 2018   09:52

REQA – Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi amadebûna siyasetmedarên Kurd, Ereb, Suryan, rûsipiyên êlên Ereb li Bakurê Sûriyê, endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokatîk li Bakurê Sûriyê, li Stada El-Firat a bajarê Reqayê destpê kir.

Kongre bi hilbijartina 7 kesan ji bo dîwanê hate destpêkirin.

Li gorî agahiyan ku Komîteya Amadekar a Kongreyê dane ajansa me, wê belgeya partiyê ku ji aliyê Komîteya Amadarkar ve hatiye amadekirin, were xwendin.

Tê payîn axaftin ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê, Desteya Niştimanî ya Erebî, TEV-DEM, Hevbendiya Niştimanî a Kurdî li Sûriyê, Kombûna Çepên Demokratîk û Partiya Yekîtiya Suryanî, werin kirin.

(kc)

ANHA