Hilbijartinên serokkomarê ya Misirê di roja duyemîn de didome

Hilbijartinên serokkomarê ya Misirê di roja duyemîn de dewam dike.  Berdevkê Desteya Niştimanî tekez kir ku di roja yekemîn de gel bi awayekî baş hate ser sendoqeyan û dengê xwe bi kar anî.

Hilbijartinên serokkomarê ya Misirê di roja duyemîn de didome
27 adar, 2018   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN – Deriyê dengdayînê di saet 09:00`an de tê vekirin û heta saet 21:00`an dewam dike. Ev hilbijartin di navbera serokê berê yê Misrê Ebd El-Fitah El-Sîsî û Serokê Partiya El-Xed Musa Mustefa Musa de ye.

Li gorî çavdêr dibînin ku wê El-Sîsî bi serkeve.

Hilbijartin wê heta roja çarşemê ango heta sibê dewam dike.  Bervdekê Desteya Niştimanî ya Hilbijartinan Şêwermend Mehmûd El-Şerîf da zanîn ku roja destpêkê ya hilbijartinan gel bi awayekî baş tevlê bû û dengê xwe bi kar anî.

(kc)