Rojeva rojnameyên Erebî…

Di nivîsên rojnameyên  Erebî de hate gotin ku komên çete yên li rex Tirkiyê şer dikin diz û terorîst in, li gel Cebhet El-Nusra û Îxwan El-Muslim di lîsteya terorê de ne. Her wiha hate destnîşankirin ku Rûsyê ji dema dawîbûna şerê sarê de bi dewletên rojavayê re di nava aloziyekê de ye.

Rojeva rojnameyên Erebî…
27 adar, 2018   09:57

NAVENDA NÛÇEYAN – Di rojnameyên Erebî yên îro derketine de, mijarên wekê derxistina komên çete ji Xûta, gefxwarinên  Erodgan derbarê operasîna li ser Şengalê, amadekariyên hilbijartinên Iraqê û aloziya Rûsya û dewletên Ewrpopa derketin pêş.

Tirkiyê komên çekdar ji Xûta derxist

Ji mijarên sereke yên ku di rojnameyên Erebî yên vê sibehê derketine de û bûne manşêt, derxistina komên çete ji Xûtaya Rojhilat. Rojnameya El-Heyat sernavê "Artêşa Rûs tekez dike ku »Ceyş El-Islam« erê kiriye ku ji Dûma derkeve û mûxalefet red dike" avêt û rojnameya El-Qusdis El-Erebî  nivîseke bi sernavê "Bazara reş a rêjîmê piştî bidawîkirina derketine kerwanê koçberan ji Xûta û dizîkirina mal û milkên wan pêş ketiye" nivîsî.

Rojnameya Ereb jî nivîseke bi sernavê "Ceyş El-Islam di tengasiyê de: Cîratiya bi dijminên xwe yên li Idlibê an jî li Xûtayê bihile" weşand. Di nivîsê de hate gotin, "Çarenûsa koma ‘‘Ceyş El-Islam‘‘ ya mûxalefetê li Xûtaya Rojhilat ne diyar e, rexmî ku gelek diyalog bi aliyên Rûsî ve hatin çêkirin jî, lê heta niha jî ‘‘negihiştin tu encamî‘‘.

Di berdewama nivîsê de hate gotin "Ji destpêka operasyona 18‘ê Sibatê ve Rûsya hewl da bi her komekê re danûstandinan bike. Hesabên hin dewletên herêmî wekî Qeter û Tirkiyê roleke sereke di parçekirina koman de leyîst.

Çeteyên Tirkiyê diz in, di nava Cebhet El-Nusra û Îxwan El-Muslimîn de kar dikirin

Li ser komên çete yên girêdayî Tirkiyê li Efrînê, Rojnameya El-Qurdis El-Erebî nivîseke bi sernavê "Koma »Ehrar El-Şerqiya« Efrîn  wekî bajarekî girêdayî »Dêrazor« ragdighîne. Weşand.

Di nivîsê de tê gotin "Hin çalakvanan wêneyên ji riya Efrînê re kişandin, li pêşiya wê tabloyeke li ser nivîsiye »Dêrazor bi xêr hatine we dike« koma »Ehrar El-Şerqiya«  ev tablo danî ne", Di nivîsê de hate gotin ku endamên »Ehrar El-Şerqiya« ji eşîreyên Dêrazorê yên cihê xwe di nava Cebhet El-Nusra de girtibûn pêk tê.

Di berdewama nivîsê de hate gotin ku " Rojnamevan û çalakvanê şoreşgerî Suhêl El-Mustefa yê ku şoreşa Sûriyê li Dêrazorê dişopan, Ehrar El-Şerqiyê bi »Talangerên li ser riyan« wesif dike. Ehrar El-Şerqiya ji bo berjewendiyên darvê ji bîrên petrolê bigirin bi El-Nusra re hevgirtin çêkiribûn. Bi talankirina milkên giştî dihat nasîn."

Tirkiyê 10 km derbasî herêma Kurdistanê dibe û sefîrê wê operasyona leşkerî li Şengalê red dike

Rojnameyên Erebî derbarê Iraqê de mijarên cuda girtin dest, ji wan gefxwarin Tirkiyê yên li dijî Şengalê. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîseke bi sernavê " Iraq derbasbûna hêzên biyan ji bo xaka wê bi »dijminathî« bi nav dike…Êzidî daxwaza parastina navneteweyî dikin" weşand, her wiha rojnameya El-Heyat jî sernavê "Sefîrê Enqera li Bexdayê diyar dike ku operasyonê leşkerî yên Tirkiyê li Şengalê nîn in" weşand.

Di nivîsê de hate gotin "Sefîrê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li dijî partiya »Karkerên Kurdistanê« li Şengalê red dike"

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîseke bi sernavê " Tirkiyê 10 km derbasî xaka Iraqê dibe" weşand. Di nivîsê de tê gotin, "Rayedarekî Kurdî ragihand ku, duh hêzên Tirkiyê 10 km derbasî herêma Kurdistanê Iraqê bûye û 30 gund girtin."

Lîsoka hilbijartinên Iraqê rewşê tevlihev dike û ne rêxistinî ye

Rojnameya El-Heyat behsa amadekariyên hilbijartinên Iraqê manşêteke bi sernavê "Komseriya Hilbijartinan hişyariya bazirganiya dengan dike" belav kir. Girêdayî heman mijarê Rojnameya El-Ereb nivîseke bi sernavê "Di lîstoka hilbijartinên Iraqê de rewş tevlihev e û rêxistinbûyîn nîne" avêt. Di nivîsê de ev tişt hatin gotin "Rexmî ku mijara dosyaya pêşkêşkirina bernamzetan hate birêxistinkirin, lê nexşeya tevgera siyasî ya girêdayî hilbijartinên giştî yên Iraqê ku tê payîn meha gulanê dest pê bike hîna  tebat nebûye."

Doplomatên Rûs têne qewitandin û Mosko soza bersivdayîna Birîtanya dide

Di mijara aloziya di navbera Rûsya û dewletên Ewrûpayê de, Rojnameya El-Heyat sernavê "Doplomatên Rûs bi komî têne qewitandin û Wasgington radighîne ku wê 60 sîxur dûr xistin" weşand. Li gorî nivîsê "Ji dema bidawîbûna şerê sar, wekî alozoyeke herî mezin di navbera Mosko û Rûsya de, dewletên yekbûyî, Keneda û 19 dewletên Ewrupî wekî piştgiriyekê bi Birîtanyayê re »Şerê doplomasî« li dijî Rûsiya biryara qewitandina zêdeyî sed doplomatên Rûs derxistin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Mosko soza bersivîdayîna Birîtanya bi »diyariyekî dîrokî« dide" weşand. Di nivîsê de hate gotin " Mosko li ser qewitandina bi dehan doplomatên wê ji 21 welatan soza »bersiva herî gunaw«  dide, Berdevka Karê Derve ya Rûsyê soza da ku di nava çend rojan de »diyariyekî dîrokî« pêşkêşî Birîtanyayê bike."

Rojnameya El-Ereb sernavê " Dewha di navbera rêzîkirina Washington û reva ji Moskê de dudî maye" weşand. Di nivîsê de hate gotin " Piştî ku hemû hewldanên Dewha yên razîkirina rêveberiya Amerîkayê derbasê dosyaya qutbûna ji Siûdî, Îmarat Misir, Behrêm binketin, meqama reva desthilata qeterê ber bi hembêza Rûsya ve bi lez dibe."

(bb)

ANHA