ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27′ê Adara 2018
27 adar, 2018   05:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*TEV-DEM li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa rêzecivînan li dar dixe û rewşa dawî ya herêmê ji gel re dinirxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteya Zagonî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê lêkolînkirina reşnivîsa biryara parastina xebatkaran bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyên bajarê Efrînê bêdengiya navneteweyî li hember êrîşa li ser herêma Efrînê û kuştina jin û zarokan, şermezar kir. gel diyar kir ku Efrîn a gelê Efrînî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Welatiyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man ku warên xwe terk bikin û berê xwe bidin herêmên bi ewle, rewşeke jiyanî ya zehmet dijîn û baweriya heye ku li warê xwe vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyê bi navê Ebdulrehman Mihemed ku li Efrînê li ser otobusê dixebitî û pê debara jiyana xwe dikir, îro li koçberiyê otobûsa xwe xistiye xizmeta gelê Efrînê yê li Kantona Şehbayê bi cih bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

*Rayedarên Tirk bi bahaneyên cûda dixwazin li Sûriye û Iraqê herêmên di bin dagirkeriya xwe de fireh bikin. Di vê çarçoveyê de dixwazin xewna emperetoriya Osmanî pêk bînin û herêmên wek Neynewa, Şengal û Kerkûkê dagir bikin.

DOSYA 

*Hebûna dewleta Tirk li Beşîqa ya Îraqê, her wiha li Idlib û Efrîn ên Sûriyê di çarçoveya pîlanên wan ên pêkanîna pirojeya Osmaniyan pêk hatiye. Dewleta Tirk piştî hilweşandina desthiladariya Sedam Hisên a Îraqê li ser pêkanîna wan pîlanên xwe yên Osmanî di herêmê de tevdigere. Di vê çarçoveyê de tevlheviyê di herêmê de derdixe. Pirsyarên xwe didin deder jî ew e pirojeya xwe di ser kê re didin meşandin û heta niha gihiştine çi, her wiha gelo xewnên xwe pêk anîne lê na?

ANHA