Li Efrînê şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk de didome

Li Kantona Efrînê di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û çeteyên Firqet Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar rû dide. 

Li Efrînê şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk de didome
26 adar, 2018   19:22

EFRÎN – Di van kêliyan de li ser riya di navbera gundê Kerzîlê û gundê Basûtê yên navçeya Şêrawa di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û Firqet Hemzat de şerekî dijwar rû dide. Li gorî çavkaniyeke herêmî sedema şer ew bû ku çeteyan li ser madeyên ku ji herdû gundan dizîne li hev nekirin.

Şerê di navbera çeteyan de didome. 

(mm)