'Efrîn a gelê Efrînê ye'

Welatiyên Efrînê diyar kirin ku bê dengiya civaka navdewletî derbarê êrîşa dewleta Tirk û çeteyên w ya li ser Efrînê piştgiriya bi Tirkiyê re ye û tekez kirin ku Efrîn a xwediyê xwe ye û wê nebe ya tu kesên din.

'Efrîn a gelê Efrînê ye'
27 adar, 2018   05:06

ARIF SILÊMAN- SOLÎN REŞÎD

ŞEHBA- Piştî êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser herêma Efrînê, welatiyên Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe neçar man ku ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê.

Şaredariya Gel a katnona Şehbayê û bi hevkariya rêveberiya kantona Efîrnê kamepek nû li navçeya Fafînê ji welatiyên Efrînê re vekir. Herêma ku kamp li ser hatiye vekirin bi qasî 12,5 hîktar e, niha derdora 50 malbatan di kampê de hatine bicihkirin.

Welatiyên Efrînê yên di kampa Şehbayê de dimîn in ji ajansa me re axivîn û gotin ku bê dengiya Civaka Navdewletî ya derbarê êrîşa dewleta Tirk û bikaranîna balafiran li ser Efrînê diyar dike ku ew jî şirîkên êrîşan e. Welatiyan her wiha bê dengiya civaka navdewletî şermezar kirin û gotin ku Efrîn a Efrîniyaye û wê ji tu kesên din re nebe war.

Welatiyê bi navê Hesen Ferîd ê ji gundê Hecî Çamla ya navçeya Raco derbarê mijarê de wiha got: "Çima NY û rêxistinên navdewletî derbarê êrîş û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî sivîlên Efrînê pêk tîne, bê den in.  Bê dengiya civaka navdewletî nîşan dide ku hemû dewletên cîhanê di dagirkeriya Efrînê û qetilkirina sivîlên wê de piştgiriya dewleta Tirk dikin."

Ferîd di berdewama axaftina xwe de jî êrîşa dewleta Tirk a li dijî sivîlên Efrînê bi êrîşa bê exlaqî pênase kir û wiha dom kir: "Me êrîşî xaka Tirkiyê ne kiriye, çima ew êrîşî xaka me dikin, zarokên me û jinên me qetil dikin. Malên me topbaran û bombebaran dikin. Çima dixwazin me ji malên me derbixin. Em niha di kampa Şehbayê de jiyan dikin, em ê tu carî van kiriyarên dewleta Tirk derheqê xwe jibîr nekin. Em ê heta dawî xaka xwe biparêzin, Efrîn xaka me ye û ne ya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ye."

Jina bi navê Mewlûda ya ji herêma Raco jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "me çi gunehê sivîlan û bi taybet zarokan heye, ku em ji malên me dane koçberkirin. Me ne ji mafê me ye ku em bi rumet li ser xaka xwe jiyan bikin. Kanîn dewletên cîhanê, nabîn in çi li Efîrnê dibe, nabîn ku me ji malên me derxistine. Armanca dewleta Tirk ew ku malên sivîlan talan bikin, ew parstina sivîlan nakin."

Jina bi navê Suad Mihemed ya ji gundê Hecî Çamla jî da zanîn ku ew bi aramî li Efrînê jiyan dikirin û wiha hestê xwe anî ziman: "tu pirsgirêk nîn bû, lê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî me kirin, em ji xaka me derxistin û em neçar kirin ku em koçber bibin, lewma em niha li kampa Şehbayê jiyan dikin."

Suah di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Efrîn wê serbikeve, hêviya me bi şervanên YPG/YPJ'ê mezine, ew ê dagirkeriya Tirk û çeteyên wên ji xaka me derbixin."

(dc)

ANHA