Balafirên Tirk herêmên Qendîl û Amêdiyê bombebaran dikin

Balafirêş şer ên dewleta Tirk herêma Qendîn a Hêrêma Parastina Medyayê û herêma Çemzî ya navçeya Amêdiyê bombebaran dikin.

Balafirên Tirk herêmên Qendîl û Amêdiyê bombebaran dikin
26 adar, 2018   18:05

NAVENDA NÛÇEYAN – 3 balafirên şer ên artêşa Tirk li Qendîlê derdora gundên Nawdestan bombebaran kirin.

Her wiha balafirên Tirk herêma Çemzî ya ser bi Şêladizê ya Amêdiyê bombebaran kirin.

Heya niha derbarê ziyana encama bombebaranê de ti agahî bi dest neketine. 

Liv û tevgera balafirên Tirk li ser gundên Binarê Qendîlê, Dola Baleyan û sînorên Balekayetî berdewame.

Di 22'ê Adarê de balafirên Tirk Dola Baleyan bombebaran kirî bû û di encamê de 4 welatiyên Başûrê Kurdistanê şehîd bibûn.