Mala Êzidiyan: Erdogan hinek Êzidiyan ji bo pêkanîna siyaseta xwe bi kar tîne

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê daxuyaniya ku ji aliyê kes û rêxistinên ku qaşo nûnertiya gelê Êzidî li Sûriyê dikin şermezar kir. Mala Êzidiyan got,ʺErdogan hinek Êzidiyan ji bo pêkanîna siyaseta xwe bi kar tîne.ʺ

Mala Êzidiyan: Erdogan hinek Êzidiyan ji bo pêkanîna siyaseta xwe bi kar tîne
26 adar, 2018   10:57

NAVENDA NÛÇEYAN – ʺMeclîsa Êzîdî ya Sûriyêʺ duh daxuyaniyek dabû û ji Itlîfa Sûriyê xwestbû ku ji bo vegera gelê Êzidî yê Efrînê ku ji cih û warê derketine kar bike û Êzidiyan tevlî meclîsa ku dewleta Tirk li Dîlokê ava kiriye, bike.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bersiv da û daxuyaniya Meclîsa Êzîdî şermezar kir.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê di daxuyaniya xwe de, got ku gelê Êzidî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û heta niha ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve rastî qirkirin û kuştinê hatiye.

Mala Êzidiyan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku hemû pêkhateyên xwediyên dîrok û olên qedîm li herêmê qir bike, da ku siyasetên tetrîkê û dagirkeriyê wekî bav û kalên xwe ku li ser wan li Welat Xan û Sirûc ên Bakurê Kurdistanê pêk aniye, bimeşîne.

Mala Êzidiyan destnîşan kir ku çeteyên Tirk di sala 2013`an de li Serêkaniyê gundên wan şewîtandin û Êzidî kuştin û dîl kirin û ew bi gawirî tewanbar kirin û wiha dewam kir, ʺEw heman çete bûn ku di sala 2013`an de êrîşî gundên Êzîdî yên li Qestelê, Elqaniya û Baflûnê yên Efînê bi hinceta ku em gawir in, êrîşî me kirin.ʺ

Mala Êzidiyan di dewam daxuyaniyê de, got ku vê carê ew çete bi awayekî rasterast ji aliyê dewleta Tirk û bi rêveberiya Erdogan ve, êrîşekî hovane anîn ser Efrînê.

Mala Êzidiyan bi lêv kir ku Erdogan hewl dide hinekî Êzidiyan çawa ku Islamiyên ji Sûriyê û bazirganên doza Kurd di êrîşa li ser Efrînê de bi kar anîn, bi kar bîne da ku siyaseta xwe ya qirkirina Êzidiyan bimeşîne.

Mala Êzidiyan anî ziman ku kes, yan jî rêxistin, yan jî partî  ku qaşo bi navê nûnertiya Êzidiyan bang dikin û ji bi riya ENKS`ê ji Itîlafa Sûriyê dixwazin ku bila Êzidî vegerin û beşdarî rêveberiya Efrînê bibin, ew wan şermezar dikin.

Mala Êzidiyan ji wan kesayet û partiyan xwestin ku li xwe vegerin û dev ji kîna siyasî berdin, her wiha Mala Êzidiyan bang li hemû gelên Bakurê  Sûriyê û taybet Êzidiyan kir ku li peyî lîstokên dewleta Tirk a dagirker neçin û li bendê bin ku Efrîn were rizgarkirin.

(kc)