Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi axaftinana didome

Bernameya 5. Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi axaftinan û xwendina  peyamên pîrozbahiyê didome.

Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi axaftinana didome
Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi axaftinana didome
Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi axaftinana didome
Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi axaftinana didome
Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi axaftinana didome
26 adar, 2018   10:25

KOBANÊ – Bi dirûşmeya "Bi giyanê şehîdên Berxwedana Serdemê em têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran mezin bikin" 5. Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê vê sibehê dest pê kir.

Bernameya konferasnê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji bo birêveberina konferansê endamên dîwanê hatin hilbijarin.

Paşê, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê şehîndan hatin xwendin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk Îlham Ehmed axivî. Îlham Ehmed cangoriyên azadiyê, di serî de şehîdên Berxwedana Serdemê silav kir û got, "Civîn û konferansê di vê demê de têne lidarxistin, wateya xwedîderketineke mezin li şehîdên Berxwedana Serdemê yên ku li hemberî dagirkeriyê efsaniyên qehremantiyê xêz kirin, nîşan dide. Efrîn di pêvajoyeke hestiya re derbas dibe, dewleta Tirk destek da çeteyên DAIŞ da ku êrîşî Kobanê bikin û destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibin, lê armancên wan ên dagirkeriyê li hemberî berxwedana gelê Kobanê û şervanan bi ser neket."

Îlham Ehmed, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê piştî ku pîlanên wê di Kobanê de têk çûn, siyaseta qirkirina gelê Kurd da meşand û wiha pê de çû, "Dewleta Tirk çete li gel xwe kom kirin û bi nav û rengên cûda li hemberî herêma Efrînê dane bi karanîn. Çeteyan derheqê gelê Efrînê komkujiyên hovane kirin."

Piştî axaftina Hevseroka MSD‘ê peyamên pîrozbahiyê yên Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK‘ê ji aliyê endamê Saziya Zimanê Kurdî ya Kantona Kobanê Ednan Ehmed ve hate xwendin.

Konferasn xwendina peyaman didome.

(bb)

ANHA