Şêniyên Til Koçer piştgiriya xwe ji bo Efrînê careke din nîşan dan

Şêniyên navçeya Til Koçer bi meşekê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi gelê Efrînê re careke din nîşan dan.

Şêniyên Til Koçer piştgiriya xwe ji bo Efrînê careke din nîşan dan
26 adar, 2018   11:10

QAMIŞLO – Li ser banga TEV-DEM‘ê, bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer bi armanca  şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û xwedîderketina li gelê Efrînê meşek lidar xistin.

Meş ji pêşiya dibistana Hefsa El-Umerî  ber bi navenda bazarê ve destpê kir.

Meşvanan alên YPJ, YPG‘ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û piştgiriya bi Efrînê re bilind kiribûn û dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê  beriz dikirin.

Meş li navenda bazarê(sûkê) veguhrî mîtîngê. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, Hevserokê Meclîsa Navçeya Til Koçer Newaf El-Xidan axivî û got, "Hikûmeta Tirkiyê dixwaze şerekî navxweyî di navbera pêkhateyan de derbixîne. Lê bi ser navkeve û pîlanên wan li hemberî vîna gelê me wê têk biçe.ʺ

Bi navê Kongreya Star, Zubeyda Elî bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk dehreqê sivîlên Efrînê şermezar kir.

Zûbeyda Elî, diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe bi gelê Efrînê re dewam bikin û bang li Konseya Ewlekariyê kir ku zêdegaviyên dagirkeriya Tirkiyê di xaka Sûriyê de rawestînin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(bb)

ANHA