Rojeva rojnameyên Erebî çi ne?

Piraniya mijarên rojnameyên Erebî yên îro derketine, li ser peyamên lihevkirinê di nava komên çete û rêjîma Sûriyê li ser herêmên Şamê, Iraq soz dide ku ew ê bersiva êrîşên Tirkiyê yên li ser Iraqê bidin û hilbijartinên Misirê bûn.

Rojeva rojnameyên Erebî çi ne?
26 adar, 2018   09:21

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji mijarên sereke yên ku di rojeva rojnameyên bûne manşêt, rewşa Xûtaya Rojhilat a Şamê û pîlanên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina Sûriyê. Di vê derbarê de, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîseke bi sernavê " Koçberiya şêniyên Xûtaya Rojhilat bi derxistina beşa duyanemîn ji herêmên »Feyleq El-Rihman« didome" weşand. Rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê "Bi hezaran kes ji Xûtaya têne koçberkirin..Çarenûsa herêma dawî ya opozisyona çekdar ne zelal" avêt.

Di nivîsê de hate diyar kirin ku rêjîma Sûriyê piştî du peyman di bin misogeriya Rûsya bi '"Hereket Ehrar El-Şam" û "Feyleq El-Şam" re çêkir ku li gorî wê  bajarokên başûr ên Xûtayê ji çekdaran û malbatên wan werin valakirin û ber bi bakurê Sûriyeyê bêne şandin, nêzî girtina tevahî Xûtaya Rojhilat dibe. Lê çarenûsa bajarê Dûma ya bakurê Xûtayê ku di bin serweriya Ceyş El-Islam de hê diyar nebûye, diyalogên ku derbarê wê de ji aliyê peywendîdar û Rûsiyê ve bi »zehmetê«  hatin wesifandin.

Rojnameya El-Heyat jî girêdayî heman mijarê; nivîseke bi sernavê "Li nêzî Dûma şer û danûstanên ji bo lihevkirinan têne kirin" nivîsê. Di nivîsê de bala hate kişandin ser diyalogên bi çeteyên Ceyş El-Islam li ser Dûma. Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafê Mirovan navaroka peyam ‘Endamên polîsên leşkerî yên Rûsî derbasî bajar bibin û bargehên xwe di hundir de ava bikin‘. Çavdêriyê her wiha diyar kir ku çeteyên Ceyş El-Islam aliyê yekmîn bû ku peymana Astanayê îmze kir."

Niyeta Erdogan heye ku Heleb dorpêç bike

Rojnameyan her wiha pîlanên Serokê Tiriyê yên di Sûriyê de girtin dest. Di vê derbarê de, rojnameyên bal kişandin ser gefxwarinên Erdogan ên dagirkirina Arfad (Til Rifet). Rojnameya El-Ereb nivîsek bi sernavê " Erdogan: Piştî Efrînê Til Rifet e" weşand. Li gorî nivîsê "Çavdêrî dibînin ku daxuyaniya Serokê Tirkiyê ya derbarê Til Rifet ihtîmala encamên peyamên di navbera Rûsya û Tiriyê de be. Hin aliyên Rûs dibînin ku Rûsya bi razîkirina rêjîma Tirkiyê bi hêvî ye ku di navbera wê û rêveberiya Amerîkayê de nakokî derkevin."razî bike"

Rojnameyan her wiha bal kişand ser şerê di navbera komên çete yên girêdayî Tirkiyê, di vê çarçoveyê de Rojnameya El-Şeriq El-Ewest di nivîseke xwe de ku spartibû ajanseke nûçeyan a almanî diyar kir ku duh di navbera koma bi navê»Ehrar El-Şerqiya« û »Furqet El-Hemzat« şer rû da, di encamê de fermandarekî leşkerî yê Ehrar El-Şerqiyê Ebû Sekir hat kuştin û 10 endamên Fûrqeya El-Hemzat ji kuştî û birîndar çêbûn. Her wiha çekdarên El-Şerqiya, çekdarên Furqeya El-Hemzat ji herêma Efrîn qewitandin.

Girêdayî pêşveçûnên li Dêrazorê û şerê li wir rû dide, Rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de destnîşan kir ku di encamên şerê di navbera DAIŞ‘ê û hêzên rêjîmê li gundewarên Dêrazorê de  bi kêmanî 26 endamên rêjîmê û alîgirên wê hatin kuştin û 9 çekdarên DAIŞ‘ê hatin kuştin.

li herêma Başûrê Kurdisanê xwepêşandan û hêzên ewlekariyê tundiyê bi kar tîne

Rojnameyan behsa Iraqê û xwepêşandanên li herêma Kurdistanê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî di nivîsekê de diyar kir ku li gelek parêzgehan û herêmên Kurdistana Iraqê li dijî sîstema sîstema paşxistina mûçeyan çalakî li darxistin.

Vekişandina hevbendiya El-Malikî ji hilbijartinan

Di nivîseke de ku Rojnameya El-Ereb li ser amadekariyên Hilbijartinên Iraqê ku tê payîn di Gulanê de were lidarxistin, weşandibûn de, hate diyarkirina ku vekişandina hevendiya El-Malikî ya parêzgeha Selahedîn ji hilbijartin, îşareyeke diyar dike ku  rola Serokwezîrê berê yê Iraqê paş de çûye û li ser pêşeroja xwe bi fikir e.

Enqera gefa êrîş Şengal dixwe, Bexda jî dibêje ku ew bêdeng namîne

Rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke bi sernavê "Tirkiyê operasyona xwe li Şengalê radighîne.. Iraq jî soza bersivdayîna destwerdana leşkerî ji derve dide" belav kir. Rojnameyê diyar kir ku "Serokê Tiriyê Receb Teyyîp Erdogan duh ragihand ku Tirkiyê operasyona leşkerê li Şengalê daye destpêkirin, lê fermandarên hevbeş ên Iraq û Heşid El-Şabî ev yek derewand û diyar kirin ku ti tevgera leşkerî ya Tirkiyê ne li Şengal û ne jî derdora wê nîne. Wezareta Parastinê ya Iraqê jî ragihand ku ew ê li hermberî her destwerdanek leşkerî ji derve, bêdeng nemîne."

Hilbijartinên Misir

Îro jî hilbijartinên serokatiyê li Misir dest pê dike, ev mijar di manşêtên erebî de cih girt.

Rojnameya El-Heyat di nivîsekê de diyar kir li Misirê ji bo hilbijartinên serokkomarê nû dengdayîn hatin destpêkirin. Serokkomarê heyî Abdul Fetah El-Sîsî û hevrikê wî Serokê Partiya Siberojê Mûsa Mustafa Musa ji bo bibin Serokkomar di nava pişbirkê de ne. Li gorî encamên destpêkê Abdulfetah El- Sîsî careke din bê hilbijartin.

Birîtaniya daxwaz ji Îran dike ku şandina çekan ji bo Hûsiyîn rawestîne

Li gorî nivîsa Rojnameya El-Şeriq El-Ewset, Birîtaniya duh yekşemê daxwaz ji Îranê kir û şandina çekan ji bo çekdarên Hûsiyîn li Yemenê rawestîne. Di heman demê de piştgiriya xwe bi xebatên hêzên Koalîsyona Erebî ya li dij Hûsiyîn nîşan da.

(bb)

ANHA