Ji ber şerê di navbera çeteyan de, sivîl koçberî Minbicê dibin

Ji ber şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêma Bab, Raî, Ezaz û Mari de, gelek malbat ji cih û warê xwe derketin û xwe spartin Minbicê.  

Ji ber şerê di navbera çeteyan de, sivîl koçberî Minbicê dibin
Ji ber şerê di navbera çeteyan de, sivîl koçberî Minbicê dibin
26 adar, 2018   09:18

MINBIC – Ev du roj in di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, li Bab, Ezaz, Marî û Raî şerên dijwar rû didin. Taybet di navbera çeteyên Firqit El-Hemza û çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de.

Di encama şerê du rojan de, gelek çete û sivîl hatin kuştin. Her wiha ji ber şerê di navbera çeteyan de, gelek sivîl ji herêmên şer ên navborî xwe spartin bajarê Minbicê yê bi ewle.

Komîteya Karûbarên Civakî ya Minbicê jî yekser ew pêşwaz kirin û ew bi cih kirin. Her wiha pêdiviyên wan ên sereke jî bi cih anîn.

Komîteya Karûbarên Civakî texmîn dike ku di rojên pêş de hejmara koçberan zêde bibe, li ser vî esasî dest bi girtina tedbîran kir.

(kc)

ANHA