Gelê Tebqayê derman ji gelê Efrînê re rêkir

Gelê herêma Tebqayê dermanê ku ji bo gelê Efrînê kom kirin, rêkirin ji şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin.

Gelê Tebqayê derman ji gelê Efrînê re rêkir
26 adar, 2018   09:40

TEBQA – Meclîsa bajarê Tebqayê ev hefteyeke hemleya komkirina alîkariyê ji bo Efrînê dabû destpêkirin.

Alîkariya destpêkê ku gelê Tebqa, bajarokên El-Cirniye û El-Mensûra kom kirine û rêkirin ji gelê Efrînê re, ji dermanan pêk tê.

Tê payîn di rojên pêş de jî, gelê Tebqayê beşekî din ji alîkariyê rêbike ji gelê Efrînê re. 

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê, gelek komkujî çêbûn û bi sed hezaran şêniyên Efrînê ji cih û warê xwe derketin û berê xwe dane kantona Şehbayê.

(kc)

ANHA