Kampanya komkririna alîkariyan ji bo gelê Efrînê li Girkê Legê didome

Meclîsên Navçeya Girkê Legê û gundewarê wê kampanya komkirina alîkariyan ji bo gelê Efrînê li 24 gundên navçeyê berdewam dike.

Kampanya komkririna alîkariyan ji bo gelê Efrînê li Girkê Legê didome
25 adar, 2018   15:57

QAMIŞLO – Meclîsa gundên Aliyan yên girêdayî Navçeya Girkê Legê Îro Kampanya komkirina alîkariyan ji bo gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ji malên xwe derketine, organîze kir.

Meclîsa gundên Aliyan, sazî û rêxistinên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tevlî kampaniyê bûn. Kampanya li Navçeya El-Mistefawiyê dest pê kir. Gel pêwîstiyên malê, petanî, nivîn, xwarin û pereyan ji gelê Efrînê re kom kirin.

Serpereştên kampanyayê dan zanîn ku gel bi hemû aliyên xwe alîkarî ji bo gelê Efrînê pêşkêş kir.

(dr)

ANHA