Akademiya Jina Sûrî ya Azad dewreyeke perwerdeyê vekir

Akademiya Meclîsa Jina Sûrî ya Azad dewreyeke perwerdeyê li mezraya Tişrîn a dikeve bakurê bajarê Reqayê vekir. 

Akademiya Jina Sûrî ya Azad dewreyeke perwerdeyê vekir
25 adar, 2018   16:13

REQA – Dewre bi beşdariya 30 endamên jin ên saziyên sivîl û leşkerî yên herêmên Firatê û Cizîrê, bi navê ʺŞehîd Bêrîtan Rojhatʺ hat vekirin. 

Dê di dewreyê de dersên fikirî û siyasî ʺdîroka jinê, girîngiya perwerdeyê, dîroka neteweya demokratîk, rexne û rexnedayînʺ bêne dayîn. 

Endama dewreyê Sehraa Mihemed a ji gundewarên Dêrazorê da zanîn ku ew tevlî dewreyê bûye da dîroka jinê û girîngiya wê di civakê de nas bike. 

Endama dewreyê Selwa Cemal Ebdo ya ji bajarê Reqayê jî diyar kir ku ew dixwazin zihniyeta civakê biguherin, da jin bikaribe beşdarî hemû qadên jiyanê bibe. 

Her wiha Endama Rêveberiya Akademiya Meclîsa Jina Sûrî ya Azad Henaa Xelef jî destnîşan kir ku 30 jin beşdarî dewreyê bûne û anî ziman ku deriyê tevlîbûna dewreyan vekiriye. 

Dê dewre 25 rojan dom bike/ 

(mm)

ANHA