Li Hewlêrê pêşengeha ʹEfrîn ji bîr nakinʹ hat vekirin

Li bajarê Hewlêr di bin navê ‘Efrîn ji bîr nakin’ de pêşangehek hate vekirin.

Li Hewlêrê pêşengeha ʹEfrîn ji bîr nakinʹ hat vekirin
25 adar, 2018   15:33

NAVENDA NÛÇEYAN - Îro li Salona Mîdya ya bajarê Hewlêr di bin navê ‘Efrîn ji bîr nakin’ de ji aliyê 12 şêwekarên ji Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ve pêşangehek hate vekirin.

Di pêşangehê de tevahî tablo û wêneyên h atine danîn li ser rewş û berxwedana Efrînê ye.

Hunermendan diyar kirin ku ew dixwazin bi hunera xwe ji hemû cîhanê re bêjin Efrîn nakeve û berxwedan didome.

Pêşangeh wê heya saetên êvarê vekirî be û dema pêşde wê li navçe û bajarên din ên Herêma Kurdistanê jî pêşangeh vekin.