Sersaxî ji malbata şehîd Qehreman Cûdî re hate xwestin

Bi hezaran şêniyên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa beşdarî merasîma îlankirina şehadeta şervanê YPG‘ê Qehreman Cûdî yê ku di Berxwedana Serdemê de gihişt şehadet bûn.

Sersaxî ji malbata şehîd Qehreman Cûdî re hate xwestin
25 adar, 2018   14:12

QAMIŞLO – Şervanê YPG‘ê Remedan Biço (Qehreman Cûdî) 11‘ê Adarê li gundê Bexçe yê navçeya Bilbilê şehîd bû.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ji bo îlankirina şehadeta Qehreman Cûdî merasîmeke lidar xist. Bi hezaran şêniyên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa û bi dehan şervanên YPJ/YPG`ê, Hêzên Erka Xewparastin, Endamên Hêzên Asayîşê, Hevserokên Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokraîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm û Hediya Yûsif û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kanatona Cizîrê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê Endamên Hêzên Asayîşê û şervanên Erka Xweparastin ve hate dest pê kir. Paşê ji fermandarên YPG`ê Mihyedîn Xêrik axivî û got, "Şehîd Qehreman yek ji kesên yekemîn bûn ku cihê xwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de girt. Bê teredud cihê xwe di piraniya hemû pêngavên rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyê ji çeteyan bûn. Herî dawî di Berxwedana Serdemê de şehîd bû. Koletî û teslîmkarî qebûl nekir, riya berxwedanê pejirand û di oxira wê de gihîş asta şehadetê."

Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokrtîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm axivî û sersaxî ji malabata şehîd Qehreman re xwest. El-Selûm got "Em wekî pêkhateyên Bakurê Sûriyê li hember êrîşan bi yekrêzî li ber xwe bidin. Em kesên ku destek didin faşîstê Erdogan şermezar dikin. Em dibêji ku bila hemû cîhan zanibe ku serkeftin a me ye."

Xuşka şehîd Remedan ku fermandara Hêzên Asayîşê ye Elîf Biço axivî "Heger em bixwazin bi azadî  bijîn wê dijminên me jî pir bin û wê êrşên li hember me jî zêde bin. Gelê Efrînê du mehan bi lehengî li hember êrîşên dagirkeran li ber xwe dan. Soza me ew e ku em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin û em gelê Efrînê bi tenê nahêlin."

Her wiha di merasîmê de bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Kenan Berekat, bi navê Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê axaftina hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Qehreman re hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan heta rizgarikirina Efrînê hate dayîn.

Di dawiyê de wesîqeta şehadetê ya şehîd Qehremah hate xwendin û radestî wî hate kirin.

Di dawiyê de merasîmê de, girseya gel sersaxî ji malbata şehîd Qehreman re xwestin.

(bx)

ANHA