Balefirên Tirk dîsa êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin, sivîlek birîndar bû

Balefirên şer ên Tirk gundê Keşanê û derdora wê ya Heftanînê û gundê Hêlê bombe kirin. Di encamê de, welatiyek bi giranî birîndar bû.

Balefirên Tirk dîsa êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin, sivîlek birîndar bû
25 adar, 2018   13:20

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk gundê Keşanê yê nêzî  Zaxo yê herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê bi balefiran bombe kirin. Balafirên şer yên Tirk gundê Hêlê ya devera Rêkan û Nêrwe ya ser bi Dihokê bomberduman kir, welatiyek bi giranî birîndar bû.

Îro saet 15.20’an balafirên şer ên Tirk gund bombe kirin, ziyana madî li ser bax û baxçeyên gel çêbû, diyar bû ku kesek nehatiye kuştin.

Di heman demê de, balafirên şer ên Tirk welatiyên komelgeha Sîrê ku çûbûn gundê Hêlê ya ser bi Şêladizê ku dikeve herêma Rêkan û Nêrwe ya girêdayî bajaroka Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bomberduman kir. Li gorî agahiyên ku me ji herêmê girtiye di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk de welatiyekî sivîl yê bi navê Nîhat Mehmûd (35) giranî birîndar bûye û niha rakirine nexweşxaneya Amediyê.

Çend roj berê niha dîsa ev herêm ji aliyê balafirên şer yên Tirk ve hatibû bomberduman kirin û pira 20 gundan bihev ve girê dide hilweşandibû.

Her wiha şeva 21’ê adarê balafirên şer yên Tirk welatiyên Dola Balayan yên ji cejna Newrozê veberiyabûn hedef girtibû û di encamê de 2 jê pêşmerge bi giştî çar welatî şehîd bûbûn.

(kc)