Reqa ji mayînên çeteyên DAIŞ`ê tê paqijkirin

Komîteya Jinûva Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo ku bajar ji bermahiyên şer were paqijkirin hin cihên din ku mayîn lê hene, radestî rêxistina rakirina mayînan kir.

Reqa ji mayînên çeteyên DAIŞ`ê tê paqijkirin
25 adar, 2018   13:41

 GIRÊ SPÎ – Komîteya Jinûva Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê ji hemû rêxistinên rakirina mayînan re civînek bi armanca dewamkirina paqijkirina bajarê Reqayê ji bermahiyên şer lidar xist.

Endamên rêxistinên MAG, TITROTIK, TUTL û HATIKAB tevlî civînê bûn.

Di civînê de hemû rixistinên rakirina mayînan raporên kar û xebtên ku li bajarê Reqayê pêk anîne, xwendin. Paşê projeyên ku di demên pêşde wê werin pêkanîn hate dayîn.

(bx)

ANHA