Dizên Erdogan li ser parvekirina mal û milkên Efrînê bi hev ketin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li ser dizîna mal û milkên welatiyan bi hev ketin. Tê gotin kuştî û birîndarên çeteyan hene. 

Dizên Erdogan li ser parvekirina mal û milkên Efrînê bi hev ketin
25 adar, 2018   13:05

EFRÎN – Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê bê serûber bombebaran û topbaran kir, gelê Efrînê ji metirsiya komkujiyan ji warê xwe derketin û neçar man ku berê  xwe bidin kantona Şehba û navçeya Şêrawa.

Piştî ku artêşa dagirker û çeteyên Erdogan derbasî Efrînê bûn, çeteyan yekser dest bi dizîna mal û milkên welatiyan kirin. Gelek dîmenên ku diziya çeteyan piştrast dikin jî hatin belavkirin.

Têkildarê mijarê, çavkaniyên taybet ji hundir bajarê Efrînê raghandin ku di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û çeteyên Firqa El-Hemzat li ser dizîna mal û milkên welatiyan bi hev ketin. Tê gotin ku ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.

(kc)

ANHA